STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 783’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Cengîz Yureklî, Mazlum Dînç û Fuat Coşacak ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 783’yemîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Serlêdanên parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve 782 car bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte (OHAL)” hat redkirin.