MÛŞ – Parlementerên HDP’ê yên ku çûyîna wan a şîna girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê jiyana xwe ji dest da tên astengkirin gotin: “Di vê tabloyê de wîjdan û mirovahî xelas bûye. Lê em ê di çarçoveya hiqûqî de hesab ji Waliyê Mûşê bipirsin.”
Girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê dest û ling kelepçekirî jiyana xwe ji dest dabû û li gundê xwe hatibû veşartin. Ji roja veşartina cenaze ve leşker û polîs li ser fermana walî çûyîna parlamenterên HDP’ê û welatiyan a şînê qedexe dikin. Her wiha li ser daxwaza walî destûr nehatibû dayîn şîn li gund were dayîn.
Parlamenterên HDP’ê yên çûyîna wan a gund tê astengkirin axivîn.
IŞIK: WALÎ SÛC DIKE
Parlamenterê HDP’ê yê Mûşê Mensur Işik got xwedî gravê OHAL hatiye rakirin lê tabloya li pêşiya wan tê dayîn qet OHAL ranebûye. Işik diyar kir ku astengkirina çûyîna şîna Koçer Ozdal rewşa ber bi çav a erka dane walî û mayîndekirina OHAL’ê ye. Işik ji bo astengkirina wan a çûyîna şînê got: “Ev yek bêwîjdanî û bêehlaqiye. Walî bi astengkirina şînê niha sûc dike. Lê em ê hesabê vê yekê bipirsin.”
COŞKUN: NIRXÊN MIROVAHIYÊ HILDANE BIN PIYAN
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun jî destnîşan kir ku astengkirina wan beşdariya merasîma cenaze û şîna Koçer Ozdal muameleyek kêfî ye û li dijî hiqûqê ye. Coşkun di dewama axaftina xwe got: “Li ser fermana walî astengkirina me tê xuyakirin ku nirxê mirovahiyê çiqas di bin piyan de ye. Ev astengkirin binpêkirinê radixe ber çavan. Ev astengkirina şînê nayê qebûlkirin. Dê di warê têkoşîna hiqûqî de ji walî hesab bê pirsîn.”
KOÇYIGÎT: WALÎ BI DEVÊ AKP’Ê TEVDIGERE
Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît jî da zanîn ku têkildarî vê fermana walî ku astengiya ji wan re derdixin dixwazin xwe bigîhînin walî lê bes nikarin xwe bigîhînin walî û got: “Bi hêzên taybe adeta Gimgimê dorpêç kirine. Nahêlên em êşa malbatê parve bikin. Walî bi polîtîkaya AKP’ê ferman dide. Lê em ê li dijî vê polîtîkaya asteng û qedexeyê têkoşîna xwe berdewam bikin û hesab bixwazin.”
SARISAÇ: MIROVAHÎ Û WÎJDAN XELAS BÛYE
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç jî bi parlamenterên Mûşê re çûyîna wî gund hat qedexekirin destnîşan kir ku astengkirina wan merasîmê û şînê di tu ehlaq û wîjndanê de nîne û got: “Di vê tabloya sê rojan a li Gimgimê mirvahî û wîjdan bi temamî xelas bûye tê xuyakirin. Tehamûla wan li hember şînê jî nîne. Çi dibe bila bibe em ê êş û kêfxweşiya gelê xwe parve bikin.”