MÛŞ - Waliyê Mûşê ji bo heyeta HDP'ê ku ji parlamenter û hevseroken HDP'ê yên bajarê Serhedê pêk tên neçin şîna Koçer Ozdal herêma qedexe îlan kir.
Heyeta ku ji wekîlên Serokên Koma HDP'ê, wekilên herêmê yên HDP'ê û hevserokên HDP'ê yên bajarên Serhedê pêk tê, xwestin biçin malbata Koçer Ozdal ê jiyana xwe ji dest da, li gundê Kersê yê Gimgima Mûşê ziyaret bikin. Lê Waliyê Mûşê ji bo heyeta HDP'ê neçin sersaxiyê herêma qedexe îlan kir. Walîtiya Mûşê beriya ziyaretê herêma ku gundê Kersê û Leglekê dikeve nav herêma qedexe îlan kir û ji çûn û hatinê re qedexe kir. Walîtiyê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku herêma navbarî ji 29'ê Tebaxê heta 4'ê Îlonê gund ji çûn û hatinê re qedexe ye
Walî destûr nedabû ku wekilên HDP'ê tev li merasima cenaze jî bibe.