ENQERE - Endamê Koma Yekem a Aştiyê Seydî Firat, bal kişand ser rola Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a ji bo aştiyê û wiha got: "Birêz Ocalan ji hemû rêberan bêtir ji bo aştiyê ked da û têkoşîya. Bêtir pirsgirêka kurd a dîrokî ronî kir û derxist ruyê erdê. Şoreşa ramanê pêş xist."
Endamê Koma Yekem a Aştiyê Seydî Girat ku li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999’an de ji Qendîlê hat Tirkiye, der barê girîngî û wateya 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û rola Ocalan a ji bo aştiyê axivî. Firat, anî ziman ku aştî ji bo siyaseta kurd mijarek stratejîk e û wiha got: "Ji bo kurdan aştî gelek giring e. Ji bo siyaseta kurdan mijarek stratejîk e. Siyaseta kurdan li ser bingehê demokratîk û aştiyane stratejî pêş xist. Ji bo ve stratejîyê têxin meriyê çi ji destê wan hat kirin. Gelek caran agirbest îlan kirin. Ji bo aştiyê serî li rê û rêbazên cuda dan. Lê mixabin hemû hewldanên kurdan ên ji bo aştiyê tev rasti astengî û bendan hatin."
'TU KESAN BI QASÎ SIYASETA KURD DI AŞTIYÊ DE ISRAR NEKIRIN'
Firat, bal kişand ser hewldanên siyaseta kurd a ji bo aştiyê û wiha axivî: "Ji bo me kurdan aştî bi qasî jiyanê girîng e. Tu siyaset û kesan bi qasî siyaseta kurd, ji bo pirsgirêka kurd li ser hîmê demokratik û aştiyê tênekoşiya. Tu kes bi qasî kurdan di aştiyê de israr nekirin. Du rêber û pêşengên cîhanê bi qasi Birêz Ocalan ji bo aştiyê ked neda û serê xwe neêşand. Tu kesan bi qasî Birêz Ocalan ked neda û tênekoşiyan. Birêz Ocalan li dijî ferasetên kurdevî dimilê ramanê de zêde serê xwe êşand. Di şert û mercên zor de rê û rêbazên aştiyê pêş xist. Lê hemû hewldan û têkoşîna Birêz Ocalan a ji bo aştiyê bê bersîv ma. Kurd her dem keti nava lêgerîn û hewldana aştiyê. Lê dewletê bersîv neda.
Dewlet niha jî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pir dûr e. Ev polîtîkaya dewletê na neçareseriyê niha jî berdewam dike."
'DEWLET FERASETA XWE JI OSMANÎ DIGIRE'
Firat, da zanîn ku dewletê car caran gav avêtin, lê ev yek bi kok nekirin û wiha lê zêde kir: "Dewletê di serdema Seyit Rıza de jî hin hevdîtin kirin. Dîsa di serdema Şêx Sait de ji hin hevdîtin kirin. Lê piştre bi xwe xera kir. Dewlet vê hişmenî û kevneşopiya xwe ku gavan davêje û piştre xera dike ji hişmendiya Osmanî digire. Di serdema Îsyana Ereban de bi Şerif Huseyin re hevdîtin kirin. Lê li aliyê din name şand ji Waliyê Hicazê re û diyar kirin ku dê çawa Şerif Huseyin û zarokên wî ji holê rakin. Plana kuştina wî kirin. Aliyê dewletê yê xuya hevditin dike aliyê din ê veşarî jî hesapê tunekirinê dike."
'KURD JI BER JI XWE BAWERIN AŞTIYÊ DIXWAZIN'
Firat, herî dawî bal kişand ser sedema israra kurdan a aştiyê û wiha bi dawî kir: "Kurd ji ber ku ji xwe bawerin aştiyê dixwazin û israr dikin. Dewletê her dem li dijî vê daxwaza kurdan hişmeniya kur xist meriyetê. Îro ji her demê betir pêdiviya Tirkiye bi aştiye heye.
MA / Selman Guzelyuz