DERSIM – Li Dersimê nûnerên hin partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li dijî şewata dewam dike bang kirin û gotin: “Ya dişewite baweriya me ye. Em dixwazin her kes deng bide Dersimê.”
Erdnîgariya Dersimê ya bi xweşikiya xwe ya bêhempa tê zanîn û nasîn nêzî mehekê ye bi boneya operasyonên leşkerî ji hewa û bejahiyê ve tê bombebarankirin. Li gellek herêmên şewat dewam dike û heta niha bi hezaran hektar daristan û qad şewitî. Cihe dişewite dibe xwelî û dimîne. Heta niha bi awayek fermî bu awayî mudaxeleyî şewatê nehatiye kirin. Gelê herêmê û komên dildar ên dixwazin biçin mudxeleyî şewatê bikin jî ji aliyê leşker û polîsan ve tên astengkirin.
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Dersimê polîtîkaya li dijî xwezayê û şewatê nirxandin.
‘XWEZAYA ME TUNE DIKIN’
Serokê Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) Alî Haydar Ben diyar kir bi şer re daristan jî tên tunekirin û got: “Bi polîtîkaya şer re erdnîgariya Dersimê qetil dikin. Şewata daristanan ji raya giştî vedişêrin.”
‘TIRKIYE SÛC DIKE’
Serokê Baroya Dersimê Bariş Yildirim anî ziman ku di Destûra Bingehîn de jî şewata daristanan nîne û got: “Tirkiye niha li Dersimê sûc dike.”
‘BAWERIYA ME DIŞEWITÎNIN’
Serokê Giştî yê Komeleyên Elewî ya Demokratîk (DAD) Musa Kulu jî da zanîn ku dewlet bi şewata daristanan re polîtîkayek nû xistine dewrê û got: “Dixwazin çand û baweriyên cuda tunebikin û di şûna wê de senteza tirk-îslam bicih bikin. Tiştên li erdnîgariya Dersimê diqewime ne mirovî û ne jî wîjdanî ye. Ya tê şewitandin baweriya me ye. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li Dersimê derkevin.”
‘DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN’
Rêveberê HDP’a Dersimê Hidir Oduncu jî destnîşan kir ku dewlet dixwaze bi şewata daristanan û tunekirina xwezaya wan hemû gundên herêmê bi temamî bê mirov bike û banga xwedî derketina xwezaya li Dersimê kir û divê her kes zû bikeve tevgerê.
‘ŞEWAT PARÇEYEK JI POLÎTÎKAYA ŞER E’
Rêveberê Partiya Kedê (EMEP) Hidir Demîr jî got: “Destûr nadin vemirandinê. Bi vê şewatê dixwazin herêmê bi bêmirov bikin û gel koçber bikin. Ev dewlet çawa cudakariyê li dijî mirovan dike, li dijî daristanan jî dike. Ez vê ferasetê şermezar dikim. Şewata daristanan jî parçeyek polîtîkaya şer e.”
BANG LI RÊXISTINÊN XWEZAYÊ YÊN CÎHANÊ KIR
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Dersimê Nurşat Yeşîl jî anî ziman ku şewata daristanan parçeyek polîtîkaya şer e û got: “Gelê Dersimê û xwezaya xwe girêdayî hev in. Şewat li dijî ekosîstemê ye. Divê hemû sazî û dezgehên xweza parastinê yên netewî û navnetewî demildest xwedî li xwezaya Dersimê derkevin.”