AMED - Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku bavê wê 25 sal berê li Nisêbînê ji aliyê faîl nediyar ve hat kuştin, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a ji bo Dayikên Şemiyê gotibû da. Dundar got: "Soylu xwedî li feraseta Çîller û Agar derdikeve. Peyama ku dê heman tiştî dubare bike dide. Soylu nikare nûnertiya dewletê bike."
Li Tirkiye di salên 90'an de 17 hezar û 500 mirov di serdema erkdarên dewletê Mehmet Agar, Tansu Çiller û Suleyman Demîrel de ji mal û karên xwe hatin revandin û di bin çavan de hatin kuştin. Gelek ji wan jî hêj hestiyên wan û gorên wan nediyar in. Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin her hefte li Stenbol, Amed, Îzmir û Êlihê çalakiyên şemiyê pêk anîn. Herî dawî piştî Dayikên Şemiyê yên Stenbolê xwestin di hefteya 700'an de çlakiya xwe berdewam bikin û edaletê bixwazin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu destûr nehat dayîn û polîsan mudaxale kir. Polîsan di mudaxaleyê de 47 mirovên şemiyê binçavkirin û gelek dayik derb kirin. Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşa polîsan û helwesta Wezîr Suleyman Soylu berdewam dike.
Yek ji kesên bertek nîşanî helwesta Wezîr Soylu da Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Pero Dundar e. Bavê Pero Dundar Hasan Dundar, di 13'ê Cotmeha 1993'an de li Navçeya Nisêbînê li cihê kar rastî êrişa çekdarî hat û hat kuştin. Tevî hemû serledan û lêkolînan 25 salin aqûbeta kuştina Dundar nehatiye diyar kirin û faîl diyar nekirine. Dadgeha Mafên Mirovan Tirkiye mahkumî dayîna tazmînatê kir.
'XELAT DAN KUJERAN'
Dundar, diyar kir ku her çend cihê gora bavê wê diyar be jî hêj kujerê bavê wê nediyar e û wiha got: "Hêj kujer nehatine diyar kirin û nehatine darizandin. Wê demê yek ji kesên ewil li Nisêbînê hat qetilkirin bavê min bû. Pişti kuştina bavê min gelek kesên din hatin qetilkirin. Ji bo kujerê bavê min bê dîtin û darizandin, me doz vekir. Malbat bi salan li salonên dadgehan geriyan. Lê hêj kujer ronî nebûye. Wê demê li ser îktîdarê Serokwezîr Tansu Çiller û Midûrê Polîsan Mehmet Agar bû. Wê demê di bin navê misilmantiyê de kurd bi kurdan dan kuştin. Pêkanînên ku niha DAIŞ dimeşîne wê demê Çîller û Agar li ser kurdan xistin meriyetê. Siyasetmedarên wê demê ku berpirsiyar in hêj0 nehatine darizandin û cezakirin. Li şûna bên cezakirin hatin xelatkirin."
'WÊ DEMÊ TOROS BÛN NIHA RENGERIN
Dundar, bal kişand ser şirîkatiya AKP'ê ya bi bersûcên wê demê Çîller, Agar û MHP'ê re û wiha got: "AKP, niha konsepta wê demê erê dike. Dibe ku em ber bi pêvajoyek hîn dijwartir diçin. Torosên wê demê mirov direvandin îro ranger in. Serokwezîr bi awayekî fermî bi Dayika Berfo re hevdîtin kir. Soz dan dayika Berfo. Gotin 'em dê hestiyên kurê te bidin' Lê dayika Berfo jiyana xwe ji dest dan, hêj hestiyê kurê dayika Berfo tune. Niha li şûna hestiyên wan bidin wan, êrîşî malbatan dikin."
'MALBAT XWEDÎ MAFIN GORÊN ZAROKÊN XWE BIXWAZIN'
Dundar, anî ziman ku êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê şerma heri mezin e û wiha got: "Çalakiyên dayikan di pêvajoyên diyar de hatin qedexekirin. Lê dayik bi israr çalakiyên xwe berdewam kirin. Rê li pêş windayên din girtin. Ji bo dayikekê tişta herî baş ewe ku zarokên xwe winda neke. Ger ku zarokên xwe winda kiribin jî ya herî girîng gorek wan hebe û biçin li ser dua bikin. Ev mafekî herî rewa ye. Tenê hestiyên zarokên xwe dixwazin. wekî din tiştekî naxwazin. Bi awayekî ku qet nayê qebûl kirin êrîşî dayikan kir. Ev li tu cihê cîhanê tune û nayê qebûlkirin."
'TIFAQA ÎNKAR Û TUNEKIRINÊ YE'
Dundar, da zanîn ku bi vê mudaxaleyê li sûcê xwe mikur tên û dixwazin ser sûcê xwe bincil bikin û wiha lê zêde kir: "Berê jî asteng kirin. Êrîşî dayikan kirin. Rê li pêş edaletê girtin. Ger ku heta niha edalet li Tirkiye hebûya niha faîl diyar bûbana. Niha hesap hatibûya pirsîn û hestî hatibûna dîtin. Ger ku edalet pêk bê ev îtîfaqa dê bê xerakirin. Ev îtîfaqa hatiye avakirin ji bo tunekirina kurdan û înkara kurdan hatiye avakirin. Niha vê yekê li ser hemû kesên demokrat dimeşînin."
'BI QATILAN WELAT NAYÊ BIRÊVEBIRIN'
Dundar, destnîşan kir ku bi vê êrîşê dayikan tiştek winda nekir û wiha berdewam kir: "Bi vê êrîşê yên winda kir Tirkiye ye. AKP ne rast û ne ji dil e. Em denê zarok û bavê xwe dixwazin. Em gorên wan û hestiyên wan dixwazin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Bi vê êrîşê Tirkiye winda kir. Her ku diçe bêtir winda dike. Niha dixwazin bi qatilan re tifaqê ava bikin. Bi qatilan welat nayê rêvebirin. Dema mijar dibe kurd û demokrat îtîfaq her tiştî ji bo xwe rewa û mubah dibîne. Gotina Wezîr Soylu ya ji bo dayikan sûc e. Bavê min ji kijan sûcê hat qetilkirin? Bavê min bi salan esnafî kir. Hemû Nisêbînê bavê min nas dikir. Mavê min mislimanekî demokrat bû. Li ber dikana xwe hat qetilkirin. Yên din jî li ber mal û dikanên xwe hatin revandin û windakirin. Kider vê yekê terorîst e?"
'XWEDÎDERKETINA ÇÎLLER Û AGAR PEYAMA SALÊN 90'Î DIDE'
Dundar, herî dawî anî ziman ku xwedîderketina AKP'ê ya li Çiller û Agar peyama salên 90'an ya kuştin, windakirin û talankirinê dide û wiha bi dawî kir: "Soylu, nikare nûnertiya dewletê bike. Di nava gel de rêya pevçûnê vedike. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî Soylu bêtir dengê xwe bilind bikin û bibin yek."
MA / Mehmet Şah Oruç