AMED – Hat zanîn ku eskerên bi cilên sivîl ên li navçeya Licê xwe wek endamê JÎT’ê didin nasîn û welatiyên der barê wan de lêpirsîn, doz û cezayê hepsê hatiye birîn sîxûriyê li ser wan ferz dikin.
Di salên 1990’î de şebekeya cînayetê ya Têkoşîna Bi Terorê û Îstîxbaratê ya Jandarma (JÎTEM) hebû. Vê carê JÎTEM bi navê Teşkîlata Îstîxbarata Cendirmeyan (JÎT) zivirî. Hat zanîn ku eskerên bi cilên sivîl ên li navçeya Licê xwe wek endamê JÎT’ê didin nasîn û welatiyên der barê wan de lêpirsîn, doz û cezayê hepsê hatiye birîn sîxûriyê li ser wan ferz dikin. Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, ev kesên endamên JÎT’ê dema kesên xwe nagihîne wan bi riya malbat û keyayên gundan agahî ji wan re dişîne û dixwazin bibin endamên îstîxbaratê.
‘CIH BÊJE BILA DOZA TE BETAL BIBE’
Endamên JÎT’ê teklîfa di berdêla kesên cihê endamên HPG’ê bêje de lêpirsîn, doz û cezayê li wan hatine birîn betal bibe dike.
LI GIRTÎGEHAN JÎ LI SER KAR IN
Tê gotin ev pêkanîn li girtîgehan jî tê birêvebirin. Endamên JÎT’ê li girtîgehan bi girtiyan re hevdîtin dike û dixwazin kes ji wan re bibin alîkar. Hat zanîn ku ev teklîf jî di berdêla dê wan tahliye bikin û cezayê wan betal bikin tê kirin.