ŞIRNEX – Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku niha li dor 200 milyon lîreyî deynê şaredariyê heye. Her wiha Kûnûr ji bo budçeya şaredariyê ku bi xezîneyê ve hat girêdan jî got: "Îktîdar fêm kir ku nikare şaredariyan bi dest bixe, loma dixwaze bi awayekî wan bi xwe ve girêbide."
Budçeya şaredariyan bi xezîneyê ve hat girêdan. Ev yek bû cihê nîqaşên ku bi vî awayî tê xwestin tim qeyûman li ser şaredariyan bihêlin. Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, rewşa şaredariyên qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin û budçeya şaredariyan a bi xezîneyê ve hat girêdan ve nirxand.
'BI QEYÛMAN MUDAXILEYÎ ŞAREDARIYÊN GEL KIRIN'
Kûnûr, bilêv kir ku bi qeyûman şaredariyên DBP'î hedef hatin girtin û qeyûman destkeftiyên bi salan serobino kirine. Kûnûr, diyar kir ku di dema wan de feraseta şaredariyên xweser, demokratîk, ekolojîk hebû û got: "Hatibû radeyeke ku ji bo Tirkiyeyê hemû bibe mînak. Lê mudaxileyî vê yekê hat kirin. Bi qeyûman mudaxileyî şaredariyên gel kirin." Kûnûr, bilêv kir ku çapemeniya nêzî hikûmetê xebatên qeyûman "baş" nîşan didin û got: "Lê di asasê xwe de rewş ne ev e. Tenê em Cizîrê wekî mînak bidin bes e; niha gel ji be rpêkanînên polîsiyeyî nikare têkeve avahiya şaredariyê. Nikarin daxwazên xwe yên ji bo xizmetê bînin ziman."
Kûnûr, anî ziman ku qeyûmên hatin tayînkirin tu tişt nekirine û got: "Ew xisara dane Cizîrê hîn jî temam nekirine. Projeyên di dema şaredariyên DBP'î de hatin amadekirin lê ji ber astengiyên brokratîk pêk nehatin niha pêk tînin. Helbet kêmasiyên me jî hene. Em ê xwerexne bikin. Lê ev proje hemû projeyên beriya qeyûman bûn. Ji bo ev yek pêk bên hin prosedur hebûn. Zêdeyî 2 salan ji ber prosedurê me nikaribû van projeyan pêk bîne. Lê piştî qeyûm hat tayînkirin, prosedur ji holê hat rakirin."
‘ŞAREDARÎ DI BIN DEYNAN DE NE'
Kûnûr, bilêv kir ku dema qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin 30 milyon lîre di qaseya şaredariyê de bû, lê belê niha deynê şaredariyê li dor 200 milyon lîreyî ye. Kûnûr got: "Ji ber tam ne zelal e, em nikarin hejmareke teqez bibêjin. Em di warê darayî de nikarin agahiyan jî ji şaredariyê bigirin. Îhale li gorî kîjan qanûnê hatin kirin ew jî nediyar e. Avaniya darayî ya şaredariyê bi awayekî nepen tê kirin. Lê em dizanin ku niha şaredarî di bin deynan de ne. Tenê ne li Cizîrê, li hemû şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin rewş ev e."
Kûnûr, ji bo budçeya şaredariyan ku bi xezîneyê ve hat girêdan jî, diyar kir ku îktîdarê fêm kir ku êdî nikare şaredariyan bi dest bixe, niha jî dixwaze bi vî awayî wan bi xwe ve girê bide. Kûnûr, destnîşan kir ku dê gel di hilbijartina ewil de şaredariyên xwe yên hatine xespkirin dîsa bi dest bixe û got: "Pergal vê yekê dibîne û loma dixwaze mudaxile bike. Dizane dê bi statukoya berê nikaribe li ser şaredariyan xwedî gotin be. Hemû cîhan veguherî pergala ademî merkeziyetê, lê Tirkiye derbasî mekeziyeteke hişk bû. Bi vî awayî dixwazin xweserîbûna şaredariyan ji holê rakin."