AMED - Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, dê ji bo bîranîna endamê Meclîsa Ciwanan ê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê yê berê Firat Yamanê ku mir tûrnûvaya fûtbûlê li dar bixe.
Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, dê ji bo bîranîna endamê Meclîsa Ciwanan ê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê yê berê Firat Yamanê ku mir tûrnûvaya fûtbûlê li dar bixe. Dê tûrnûva di 10'ê Îlonê de dest pê bike û serlêdanên ji bo wê dest pê kirine. Kesên bixwazin tev li tûrnûvayê bibin, dikarin serî li Meclîsa Ciwanan a HDP'a Amedê bidin. Heta niha ji bo tûrnûvayê gelek kes serî lê dane û tê payîn ku dê di tûrnûvayê de bi dehan tîm bilîzin.
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sedat Eren (23) der barê Tûrnûvayê de bilêv kir ku, ew dixwazin bi tûnûvayê hem nemiriya Yaman bidin der û hem jî ciwanan ji fuhûş, dizî û tiryakê dûr bixin. Eren, anî ziman ku di demên dawî de ciwan ber bi tiştên xirab ve tên hêlkirin û got: "Li kuçeyan zêde zêde fuhûş, tiryak û dizî heye. Berê ev rewş hatibû mînîmalîzekirin. Ciwan ber bi riyên xerab ve tên hêlkirin û em jî dixwazin rê li ber vê bigirin."
Eren, destnîşan kir ku ew dixwazin hîn bêtir pêwendiyê bi ciwanan re deynin û wan ji dehlîzên tarî derînin û ber bi huner, wêje û aktîvîteyên çandeyî ve hêl bikin. Eren bang li ciwanan kir û got: "Dema xwe li qehwexane û kuçeyan derbas nekin. Tev li aktîvîteyan bibin. Em dixwazin ciwan tev li tûrnûvayê bibin."
FIRAT YAMAN KÎ YE?
Firat Yaman, dema endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê bû û di sala 2016'an xwest ji navçeya Pirsûsê ya Rihayê derbasî Kobaniyê bibe hat kuştin.