* Şafak Yûrtman, dayika Şebnem Yûrtman ku di 10'ê Cotmeha 2015'an de li Enqereyê di êrîşa DAIŞ'ê de mir, got: "Alaya ku keça min danî, me û hevrêyên wê hilgirt. Helbet rojekê em ê aştiyê bînin vî welatî."
* Li Merterê mexazeyên tomerîfiroş êdî ji ber zêdebûna dowîzan nikarin tu karî bikin. Xwediyên mexazeyan gotin: "Ji sibehê heta êvarî li vira rûdinêm. Bêyî ku heqê mesrefên xwe derxim diçim malê. Pêşeroj nebaş dixuyê, rojên xirab li benda me ne."
* Ekolojîst Yûsûf Gursûcû, diyar kir ku şewata li daristanên Dersimê tenê ne ji ber operasyonên leşkerî ye, dibe ku ji bo qada madenê ya li navçeya Îlîç a Erzinganê bê firehkirin û qadên nû jî hatibin şewitandin.
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî qedexekirina hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, hilbijartinên herêmî û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê nirxand û got: "Divê em rê li ber vê îktîdara ku xwe bi şer xweyî dike bigirin."
* Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar ku bavê wê 25 sal berê li Nisêbînê ji aliyê faîl nediyar ve hat kuştin, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu a ji bo Dayikên Şemiyê gotibû da. Dundar got: "Soylu xwedî li feraseta Çîller û Agar derdikeve. Peyama ku dê heman tiştî dubare bike dide. Soylu nikare nûnertiya dewletê bike."
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, dê ji bo bîranîna endamê Meclîsa Ciwanan ê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê yê berê Firat Yamanê ku mir tûrnûvaya fûtbûlê li dar bixe.
* Hevşaredarê Cizîrê Kadîr Kûnûr ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, diyar kir ku niha li dor 200 milyon lîreyî deynê şaredariyê heye. Her wiha Kûnûr ji bo budçeya şaredariyê ku bi xezîneyê ve hat girêdan jî got: "Îktîdar fêm kir ku nikare şaredariyan bi dest bixe, loma dixwaze bi awayekî wan bi xwe ve girêbide."
* Rêxistinên civakî yên Dersîmê û partiyên siyasî dê têkildarî kaniyên Mûnzûrê yên hatine wêrankirin û xwezaya Dersîmê de li ber kaniyên Mûnzûrê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Heyeta ku ji wekîlên Koma HDP'ê, wekilên herêmê û hevserokên partiyên bajarên Serhedê pêk tê, dê biçin malbata Koçer Ozdal ên ji yana xwe ji dest da li Gimgima Mûşê ziyaret bikin û sersaxiyê ji malbatê bixwazin. (13.00)
* Malbatên Roboskê ji bo edaletê bixwazin û kujer bên darizandin dê di hefteya 348'an de li ser gorên zarokên xwe yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (17.00)