ŞIRNEX – Nûçeya daweta keça sercerdevan Tahîr Adiyaman û biraziyê wî yê AKP’î ya “Eşîr xwedî li TL derketin” derew derket. Dema baldarî li dîmenên dawetê tê temaşekirin, kesê xelatan qeyd dike dibêje “dolaran veşêrin.” Tê dîtin ku kesek din jî zerfa dolaran vedişêre.
Li gundê Ayvalik a bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve keça sercerdevan Tahîr Adiyaman, Şeyma û kurapê wê yê Serokê Baskê Ciwanan ê AKP’a Elkê Elind Adiyaman zewicîn û dawetek 3 roj û 3 şev li dar xistin.
Di dawetê de ji welatiyan bêtir berpirs û wezîfedarên saziyên dewletê tev li bûn. Hat îdiakirin ku ji gellek deverên derveyî welat jî kes beşdarî dawetê bûn e. 450 hezar lîre û nêzî kîloyek zêr bi bûk û zava ve hatin dayîn. Di dawetê de hatibû xwestin ku li şûna dolar û Euro Lîreyê Tirk (TL) bi zava û bûkê ve deynin. Di dîmenên merasîma xelatê ya dawetê de derket holê ku banga “dolarê xwe hûr bikin û pereyên me yên milî bînin” derew derket.
HEMÛ MEDYAYÊ DAWETÊ KIR MANŞET, LÊ DEREW DERKET
Medyaya nêzî desthilatdariyê hema bêje hemûyan bi sernavê “Eşîran xwedî li Lîreyê Tirk derketin” nûçeyan serwîs kirin. Nûçe li ser daxwaza desthilatdariyê ya banga “helwesta milî” hatin çêkirin û hin organên medya muxalîf jî vê nûçeyê nivîsand.
Gellek qenalên televîzyonan dawetê bi sernavên mîna “Di daweta eşîrê de dolar nehatin bikaranîn”, “Di daweta eşîrê ya 3 şev û 3 roj de biryara dolar!”, “Di daweta eşîrê ya li Şirnexê de dolar hatin qedexekirin”, “Di daweta vê eşîrê de dolar nehatin bikaranîn” û “Eşîran li dijî lîstika kûr xwedî li TL derketin” anîn ser ekranên xwe. Hin rojnameyan jî di manşetên xwe de xwestin bi hişmendiya “Di daweta eşîrê de qedexeya dolaran” baweriya civakê biguherînin. Lê di dîmenan û nûçeyan de hat xuyakirin ku bi zanebûn vê têgeha rêveberiyê çêbikin.
‘DOLARAN VEŞÊRIN’
Başlêş e di dîmenên 5 deqîqeyî de yên ji bo nûçeyê hatin serwîskirin kesê merasîma xelatê qeyd dike bi kurdî dibêje û dixwaze berbûk û brazava dolarên hatine daliqandin veşêrin.
Di saniyeya navbera 2.25 û 2.35’an a dîmen de xelata kom bûye dijmêrin. Kesek li wir bi kurdî dibêje “dolaran veşêrin” û rastiya dawetê wiha dide dest. Di kêliya ew gotin tê gotin de li ser maseya ku tije pere ne û zerfên di hundir tê gotin dolar hene ji aliyê kesekî ve tên veşartin.