DERSÎM - Li Dersîmê leşker bi operasyon û şewata daristanan zorê li gundiyan dikin ku gundê xwe vala bikin. Esker bang li gundiyan dikin û ji wan dixwazin gundê xwe vala bikin. Welatî Huseyin Zeytin ku çû qereqolê got: “Eskeran got 'Gundê we herêma ewlehiyê ye. Jiyana li vir sûc e. Gundê xwe vala bikin' û gef li me xwarin."
Li gelek herêmên Dersîmê bi hefteyan e daristan tê şewitandin. Piştî operasyonên leşkerî herêm tê topbarankirin û daristan tê şewitandin. Li herêma Geliyê Avgasor, Mezraya Balî, Gundê Muşkirekê, Mezraya Rengulê, Herêma Kartan, Çiyayê Sincîkê, Xoşiruk, gundên Dîkenli-Mahmut û Garipuşagi, piştî operasyona leşkerî û bombebarandinê 3 rojin qada daristanê tê şewitandin. Li Herêma Cigê piştî welatiyan mudaxaleya şewatê kirin, şewat vemirandin.
Eskerên Qereqola Cendirmeyan a Geyiksûyû bang li welatiyê gundê Muşkirekê ku berê wekî dildar şewata darkistanê vemirandin Huseyin Zeytin kirin û gef li wî xwarin. Eskeran diyar kirin ku Gundê Muşkirekê di 'Herêma ewlehiyê' de ye û ji Zeytin xwestin ku gund vala bikin.
EM JI GUNDÊ XWE NAÇIN
Zeytîn ku rastî gefan hat, bi riya telefonê agahî dan û wiha got: “Em 4 bira li gund dijîn. Eskerên qereqolê bang li me kir û ji me xwest ku em gund terk bikin. Eskeran got 'Dewlet bixwaze hûn dê vala bikin' Lê em ji gundê xwe dernakevin. Dibêjin 'Gundê we herêma ewlehiyê ye. Hûn lê bimînin sûc e' Ji ber vê yekê dixwazin em gund vala bikin. Lê em gund vala nakin.
‘EWLEHIYA ME TUNE'
Zeytin, anî ziman ku piştî eskerên qereqolê bang li wan kirin daxwazname dan Walîtiyê û wiha axivî: "Me di daxwaznameyê de got 'Em ji gund dernakevin. Ewlehiya me di talûkeyê de ye. Ger ku tiştek bi me bê hûn berpirsiyar in.' Kar û erka dewletê ewe ku ewlehiya canê mirovan biparêze.
'EM BI DESTÛRA DEWLETÊ HATIN GUND'
Zeytîn, anî ziman ku di sala 1994'an de gundê wan hat valakirin û wiha gt: "Em di demsala baharê de tên û heta payîzê li gundê xwe ne. Îsal li herêma gundê me "Ewlehiya Taybet" îlan kirin. Ji ber vê yekê me destûr ji Waliyê Dersîmê xwest. Em dizanin gund Herêma Ewlehiya Taybet e. Em bi destûra dewletê hatin vir. Em rewşa şewatê ya dawî nizanin çiye. Ji ber ku niha destûr nadin me ku em biçin herêma şewatê. Em niha nikarin ji gundê xwe derkevin."
Niha ji ber ku ji hewayî û bejayî operasyon heye ketin û derketina herêmê û gundên herêmê qedexe ye. Destûr nadin ku kes ji derve biçin gund.