MÛŞ – Girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê dest û lingê wî kelepçekirî jiyana xwe ji dest da duh li gundê xwe hatibû veşartin. Destûr nadin şîna Koçer Ozdal were danîn. 24 saete gund di bin dorpêçê de ye û têketina gund hatiye qedexekirin.
Girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dest û piyê wî kelepçekirî jiyana xwe ji dest da duh li gundê xwe Kêrsê ya bi ser navçeya Gimgima Mûşê ve hat veşartin. Ji duh ve leşkeran gund dorpêç kiriye û ketin û derketina gund qedexe kiriye. Leşker destûr nadin li gund şîna ji bo Ozdal were danîn û mirov biçin serdana sersaxiyê.
Welatî û parlametnerên HDP’ê xwestin îro jî biçin gund lê polîs û leşkeran bi hinceta “fermana walî heye” destûr nedan kes biçe gund. Kesên tên nokteya lêgerînê jî paş de tên zivirandin.