ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku Koçer Ozdal tevî kelepçeyê jiyana xwe ji dest da û xwest ku esker û hekîmê ku kelepçe xistin destê Ozdal bên darizandin.
Li gorî rapora meha Adara 2018'an a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehên Tirkiye 401 jê nexweşê giran bi giştî Hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Di 17 salên dawî de 3 hezar û 503 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan.
Heta Sibata 2017'an li gorî Rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hêjmara girtiyên nexweş 841 kes bûn. Lê roj bi roj hêjmara girtiyên newxweş her ku çû zêde bû. Heri dawî girtiyê nexweşê giran Koçer Ozdal, dema dest û piyên wî kelepçekirî bû dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.
DERMANKIRINA BI KELEPÇE LI DIJÎ PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ NE
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, diyar kir ku dermankirina bi kelepçeyan li dijî hiqûqa navxweşî û navneteweyî ye û wiha got: "Dema em li maf û belgeyên der barê girityan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) dinerin, em dibînin ku rewşa girtiyên nexweş cuda digirin dest. Di van belgeyan de herî zêde li ser Rûmeta mirovan radiwestin. Ji ber vê yekê mafê girtiyên nexweş heye ku li gorî rûmeta mirovan bên dermankirin û tedawîkirin. Ger ku girtiyek nexweş bi kelepçeyan bi ranzê ve bê girêdan û bê dermankirin ev li dijî rûmet û mafên mirovan e."
'CUDAKARIYÊ DIXIN NAVBERA GIRTIYAN'
Turkdogan, da zanîn ku piştî rewşa Ozdal carek din dîtin ku di navbera girtiyên nexweş de cudakarî tê kirin û wiha berdewam kir: "Kesekî ku rêberê rêxistina sûc be jî divê ev muamele lê neyê kirin. Divê hem bi doşekê/ranzê ve girê nedin û hem jî ziyaretvanê wî-ê karibin serbest wan ziyaret bikin. Çima vê cudakariyê dikin. Divê êdî dawî li vê cudakariyê bînin. Ji bo girtiyên ku rastî czayên muebbetê hatine rewşa "Heta mirinê înfaz" qet nayê qebûlkirin. Gelek girtiyên nexweş ku di vê rewşe de ne, divê bên berdan, lê ji mafê xwe yê berdanê sûd nagirin. Ev yek li dijî mafên mirovan û Qanûna Bingehîn e."
'LI GORÎ PROTOKOLÊ KELEPÇE LÊ FERZ KIRINE'
Turkdogan, da zanîn ku li gorî mevzuatê, divê li gori rûmeta mirovan muamele bê kirin û wiha lê zêde kir: "Lê protokola wezirê karên hundir, edalet û tenduristiyê heye. Li gorî wê protokolê kelepçeyê li girtiyên nexweş ferz dikin. Hem dema muayine dikin û hem jî dema li nexweşxaneyê derman dikin kelepçe dikin. Ev yek nayê qebûlkirin. Bi salan e me ev yek îtîraz kir. An hûn dê wan serbest berdin, an jî li gorî rûmeta mirovahiyê divê hûn wan muayine bikin."
DMME WEKÎ ÎHLAL QEBÛL KIR
Turkdogan, bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) ya der barê Gulay Çetin de û wiha got: "DMME'yê neberdana Gulay Çetîn weki îhlala mafan qebûl kir. Tirkiye di milê îşkence û cudakariyê de hat mahkumkirin. Divê zagona înfazê ji nûve bê rastkirin. Divê raporên ku Nexweşxaneyên Lêkolîn û Perwerdehiyê bi destûra Wezareta Tenduristiyê dide nexweşan karibin girtiyên nexweş serbest berdin. Saziyên Şopandina Girtîgehan erka xwe ya li ser girtipan pêk nîne. Li gorî Peymana Protokola li dijî Îşkenceyê Saziya Wekhevî û Mafên Mirovan a Tirkiye erka xwe pêk nîne. Ger ku peyvira xwe ya li gorî pîvanên navneteweyî pêk anîbûya dibû ku girtiyên nexweş hatibûna berdan. Her çend Tirkiye hin peymanên mafên mirovan îmze kiribe jî wan pêk bine."
TIŞTA LI OZDAL KIRIN SÛC E
Turkdogan bal kişand ser pêkanînên li dijî Koçer Ozdal û wiha gt: "Dema Ozdal di koma de bû û hişê wî ne li serê wî bû, dîsa kelepçeyên dest û piyên wî dernexistin. Divê li peydirdarên cendirmeyan û hekîman lêpirsîn bê vekirin. Ev rewş li dijî protokolê ye. Li dijî qedexeya Îşkenceyê ye. Pekanîna sûc li holê ye. Tişta hatiye kirin sûc e. Divê ev sûcê hatiye kirin bê lêpirsîn û hesap bidin darazê. Lê em dibinin ku li Tirkiye çanda bê cezabûnê derdikeve pêşberî me. Divê li dijî vê çand û polîtikayê têkoşîn bê xurtkirin. Divê partiyên siyasî yên komên wan li meclîse hene û malbatên girtiyên nexweş vê rewşê bikin rojev û li ser rawestin."
MA / Berivan Altan