AMED - Serokê Şaxa Tum Bel Senê yê Amedê Bakî Ondeş, diyar kir ku biryara butçeyên rêveberiyên herêmî û odeyan di bin "Yek Hesabî" de bi Wezareta Xezîneyê ve girê bidin biryarek siyasî ye û wiha got: “Şaredarî li gorî daxwazên gel projeyan amade dike û dixe meriyetê."
Serokê Şaxa Tum Bel Senê yê Amedê Bakî Ondeş, der barê biryara butçeyên rêveberiyên herêmî û odeyan di bin "Yek Hesabî" de bi Wezareta Xezîneyê ve girê bidin nirxandin kir. Ondeş, da zanîn ku ev biryarek siyasî ye û wiha got: “Şaredarî li gorî daxwazên gel projeyan amade dike û dixe meriyetê." Ondeş, anî ziman ku biryar di 9'ê Tebaxê de di rojnameya Fermî de hat weşandin û bi vê biryarê hemû butçeyê bi xezineyê ve girê dide. Ondeş, wiha got: "Bi vê biryarê dixwaze bêtir siyaseta xwe xurt bike. Dixwaze siyaseta partiyên din jî lawez bike. Ji ber ku di rêveberiya herêmî de vîna kurd xurt biye û destkeftiyên kurd hene dixwaze rê li pêş destkeftî û hêzbûna vîna kurd bigire. Ev yek dê rê li pêş şaredariyên demokratik û zelal bigire. Dema şaredarî di destê HDP'ê de bû, her ji 6 mehan carekê an jî ji mehê carekê mufettiş dihatin venêrtin dikirin. Lê rastî tu nelirêtiyan nedihatin. Ji ber ku nelirêtî û bê hiqûqî tune bûn ji vê yekê bêzar bûn. Bi biryara Serokomar xwest hemû saziyên ku ne ji fikra wan bi xwe ve girê bide. Dixwazin bi vê rêbazê xizmeta ku ji bo gel te kirin bi sînor bikin. Dixwazin şaredariyan û gel bînin hemberî hev."
ŞAREDARÎ KIRINE QEREQOL
Ondeş, anî ziman ku piştî şaredarî ketin bin destê Qeyûman, êdî avahiyên Şaredariyan bûn qereqol û wiha axivî: "Gel ji bo karê xwe naxwazin biçin şaredariyê. Şaredariyên civakî divê ne wisa bin. Divê şaredarî û gel di nava hev de bkin. Gel dê dîsa vîna xwe derxe holê."