AMED – SAMER’ê li ser eşîr û cematên olî lêkolîn kir, beşdarvanan ji sedî 76 diyar dikin ku rêveberiya siyasî ya heyî naxwaze dengê wan bê bihîstin. Li çar bajarên kurdan lêkolîn hat kirin û li gorî van lekolînan endamên eşîretan HDP’ê destek dikin û endamên cematan jî bi piranî AKP’ê destek dikin.
Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), têkildarî helwest û tercîhên siyasî yên cematên olî, eşîret û malbatên mezin di meha gulanê de xebatek kir û di vê lêkolînê de desthilatdarî bêbawer derket. Li Amed, Wan, Riha û Mêrdînê 151 kesên ji cematên olî, eşîr û malbatan pêk tên rû bi rû hevdîtin kir. Ji beşdarvanên lêkolînê ji sedî 76 diyar dikin ku rêveberiya siyasî ya heyî wan temsîl nake. Xebat ji sê beşan pêk tê. Endamên eşîret û malbatên mezin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) destek dikin û endamên cematan jî bi piranî AKP’ê destek dikin.
XWE GIHANDIN 43 EŞÎR Û 20 CEMATAN
Li qadê bi 43 malbat û eşîretan re û bi 20 endamên cematan re hevdîtin hat kirin. Ji sedî 30,5 beşdarvan jin in û ji sedî 69.5 jî ji zilaman pêk tê. Ji sedî 89.3 kurd in, ji sedî 8,4 tirk, ji sedî 2,3 jî wek ereban tê diyar kirin. Hat ragihandin ji sedî 98,5 beşdarvan ola îslamê dihebînin û ji sedî 0,8 jî êzidî û ji sedî 0,8 jî xwe wek ateîst xwe aşkere kirin.
Ji sedî 32,1’ê beşdarvanan xwe aîdî eşîret û malbata mezin tarîf nekirin. Ji sedî 67,9 jî xwe wek eşîret û malbatên mîna Karakeçîlî, Ertoş, Millî, Îzol, Muhacir, Koşeyo, Brukan/Brukî, Omer, Binî Ecrî, Şeyhanli, Kirvar, Zaxûranî, Alikî, Helexî, Bucak, Kejan, Şemsikan, Taxûnî, Berzencî, Koçeka, Ebu Hemdan, Suleymanlar, Arusoglu, Gevdan, Jîrkî, Alan, Herkî, Miksî, Kepoglu, Badikan, Boşatî, Îmam Aga, Bekiran, Çaruma, Pexnav, Gawestî, Qalbîn, Selamogullari, Xiyan, Rişkotî, Malabeg û Hevêdî diyar kirin.
Her wiha li milê olî jî ji sedî 53,2 xwe wek endamê tu cematê nîşan nedan. Ji sedî 46,8 jî xwe wek Zehra, Suleymancilar, Nur, Menzîl, Şeyh Hîkmet, Rufaî, Kadirî, Gulpinar, Kongreya Îslamî ya Demokratîk, Şêx Bub, MAZLUMDER, Mustazaflar, Meşveretçîler, Îlim Yayma, Kuranli, cemata Mustafa Îslamoglu Diyader, Yenî Asya û Cemata Xeznewî didin nîşandan.
EŞÎR Û MALBAT HDP’Ê DESTEK DIKIN
Li gorî koma lêkolînê ji sedî 48 HDP û DBP’ê destek dikin û ji sedî 18,3 AKP’ê, ji sedî 3,8 Partiya Saadetê, ji sedî 2,3 CHP nêrîna xwe ya siyasî tercîh dikin. Nêrîna piştevaniya ji bo MHP’ê û HUDA-PAR’ê jî ji sedî 1,5 ma. Ji sedî 24,4 beşdarvan jî nêrîna xwe ya siyasî aşkere nakirin.
Hema bêje ji bilî çend malbatan hemû eşîret û malbat HDP’ê destek dikin. Kesên xwe wek endamên malbat û eşîran aşkere dikin jî tu kesî piştevaniya HUDA-PAR’ê nekir. Lê balkêş e beşdarvanên endamên cematên olî jî AKP’ê destek dikin.
‘NAHÊLIN DENGÊ ME BÊ BIHÎSTIN’
Li gorî pirsa “Şiklê rêveberiya siyasî ya heyî musade dike ku dengê we bê bihîstin?” a lêkolînê ji sedî 24 beşdarvanan got “erê” û ji sedî 76 jî bersiva “na” da vê pirse. Ji çar paran sê par ên beşdarvanan difikirin ku rêveberiy siyasî ya heyî nahêle dengê wan bê bihîstin.
BAWERIYA CEMATAN BI AKP’Ê NAYÊ
Kordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku wan beriya hilbijartina 24’ê hezîranê li 4 bajarên kurdan kirin e û her çiqas di serdema AKP’ê de hin qad rehet bûbûn jî lê cematên hene xwe di baweriyê û ewlehiyê de hîs nakin. Genç got beşek mezin a cematan baweriya bi AKP’ê nayê. Genç da zanîn ku malbat û eşîr ji bo nasnameya netewiyê xwe hin bêtir nêzî HDP’ê digirin û hem eşîret û hem jî cemat bêtir xwe dûrî AKP’ê digirin.
MA / Sedat Yilmaz