STENBOL - Di ser vefata nivîskarê tirk Vedat Turkali yê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşiya û di dilê kurdan de cihekî mezin digire 2 sal derbas bûn. Keça Turkalî ya lîstikvan Denîz Turkalî got "Bavê min wekî nivîskarekî tirk di dilê kurdan de cih girt û hezkirina kurdan qezenç kir."
Nivîskarê navdar Vedat Turkalî ku wekî çinara tevgera sosyalîstên Tirkiye dihat zanîn û pênûsa wêjeya berxwedêr dihat qebûlkirin 2 sal berê îro jiyana xwe ji dest da. Turkali ku di 13'ê Gulana 1919'an de lie Samsûnê ji dayik bû, navê wî yê rastî Abdulkadir Pirhasan e. Turkali, li Lîseya Leşkeri ya Maltepe û Lîseya Leşkerî ya Kulelî mamosteyê wêjeyê kir, di sala 1951'an de hat girtin. 9 sal rastî ceza hat. 7 sal şûnde serbest hat berdan.
BÛ ENDAMÊ DEHAP'Ê
Turkali, yek ji kadroyên Partiya Komunist a Tirkiye (TKP) bû. Piştî hilbijartina 2002'an bû endamê Partiya Gel a Demokratik (DEHAP). Bi awayekî çalak di nava siyasetê de cih girt. Di romana xwe ya "Bitti Bitti Bitmedi/ Xelas bû xelas bû xelas nebû" de bal kişand ser îşkence û Berxwedana li Zindana Amede, Komkujiya Ermeniyan a sala 1915'an û Komkujiya 1938'an a Dersimê.
JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURT TÊKOŞIYA
Turkalî ku di nava tevgera sosyalîst de cihekî girîng drigire ji bo çareseriya pirgsirêka kurd tekoşiya. Turkkalî di sala 2011'an de beşdarî bernameya Banu Guven a NTV bû û ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re slav şandin.
Turkalî, gelek caran bal kişand ser rola Ocalan û diyar kir ku di tekoşîna kurd û a ştiyê de rêberekî pir girîng e. Turkalî di weşanek zindî de silav ji Ocalan re şand û got: "Hûn îro hez dikin an hez nakin, mirovekî bi hêz e. Firsendek hetiye destê me. Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike. Min qet Ocalan nedît, lê dixwazim bibînim. Dixwazim bi Ocalan re bi axivim. Ev dewlet dê çibike. 12 salin ew hepis kirine. Turkalî di 29'ê Tebaxa 2016’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalova ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Turkalî bêyî aştiya dixwaze bibîne çû ser dilovaniya xwe. Di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de hat definkirin. Cenazeyê Turklaî li Goristana Zincirlikuyu bi tevlêbûna hezaran siyasetmedar, hunermend, nûnerên rêxistinên civakî û gelek derdorên cuda hatibû defin kirin. Keça Turkalî Deniz Turkalî li ser bavê xwe axivî.
‘HER DEM LI RÊYA CÎHANEK XWEŞ DIGERIYA'
Denîz Turkalî, anî ziman ku piraniya jiyana wê û bavê wê bi qeyd û şer derbas bû û wiha got: "Bavê min di salên dawî de der barê siyaseta Tirkiye de pir bê kêf bû. Ez û wî her dem di nava şerê hev de bûn. Pir caran ji hev xeyidi bûn. Ger ku niha bijiya dê têkoşîna wî ya ji bo cîhane baştir bidomiya. Bavê min di 97 saliya xwe de wekî mirovekî pir ciwan koç kir. Her dem ji bo jiyanek baş têkoşiya. Bavê min yek ji morvê herî xweş ê vî welati bû. Aliyê ku ez heyranê wî bûm û aliyê ez jê aciz bûm hebûn. Wêjevanekî pir baş bû. Ez dîsa dubare dubare li romanên wî dinerim. Romanên pir awarte ne. Di milê polîtîk de seknek wî ya pir xurt heye. Bavê min piştî 97 saliya xwe gelek fikr û pirtûkên girîng li pey xwe hiştin. Wekî nivîskarekî tirk di dilê kurdan de cihekî mezin girt. Hezkirina gelê kurd qezenç kir. Ev tiştekî pir girîng e. Divê mirovên bi qîmet neyên ji bîr kirin. Divê mirovên ku temenê xwe bi têkoşîna rastî û heqîqetê derbas kirin neyên ji bîr kirin.
MA / Muhammet Doğru