NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Xezîne û Maliyê, destûr da ku xwediyê Turk Telekome yê şîrketea Ojer Telekomünikasyon AŞ (OTAŞ) ku şirîkatiya 55 hîseyê, dewrî şîrketên bi armanca taybet (SPV) bikin. Bi vî rengî Akbank, Garanti Bank, Îş Bank bûn xwediyê para zêde ya Turk Telekomê.
Ji Turk Telekomê KAP’ê daxuyanî da û diyar kir ku piraniya hîseyê Turk Telekolê dewrî bankayan kirine. OTAŞ ku malbata Haririyê Lubnanî û Saudi Telecom Compan şirîkê wê ne, 4.75 milyar dolarê ku di sala 2013'an de wekî krêdî stendibû neda. Bankayên Kredîtor li ser vê yekê hîseyên teminatê dewir girtin û biryar dan di SPV de bi cih bikin.