ŞIRNEX – Dozgeriyê der barê giliya ji bo mirina Besna Ziriga 55 salî ku di dema qedexeya li Cizîrê de ji ber guleyên li mala wan keyin û teqînên li nêz mala wan pêk hatin qeyran dil derbas kir û mir hatibû kirin de biryara neşopandinê da.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 14'ê Kanûna 2015 û 2'yê Adara 2016'an de hatibû îlankirin de, ji ber guleyên li mala wan ketin û teqînên li nêzî mala wan pêk hatibûn Besna Ziriga 55 salî qeyrana dil derbas kiribû û miribû.
‘PIŞTÎ 3 SAETAN ŞÛNDE AMBULANS HAT'
Piştî qedexe bi dawî bû Mehmet Halîl Zirig, hevjînê Besna Zirig, bi rêya parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) li Serdozgeriya Komarê Cizîrê gilî kir. Di giliyê de hat gotin ku gelek caran ew li ambulansê geriyane, lê belê piştî 3 saet şûnde ambuland hatiye û di dema pevçûnê de gule li hêla malê hatine reşandin.
‘CIHÊ BÛYERÊ NEHAT LÊKOLÎNKIRIN'
Li ser vê yekê dozgeriyê bi hinceta "peywira xwe nebaş bi cih anîne" der barê polîsên Emniyeta Cizîrê de lêpirsîn da destpêkirin. Dozgeriyê lêpirsîn temam kir û parast ku mirina Zirigê mirineke xweayî ye û der barê bûyerê de biryara neşopandinê da. Di biryara dozgeriyê de hat destnîşankirin ku ji ber bûyera mirinê ne bûyereke edlî ye cihê bûyerê nehatiye lêkolînkirin û her wiha ji ber qeydên kamerayan 3 mehan carekê tên depokirin û paşê tên jêbirin, peydakirina qeydên wê rojê ne pêkan e.
Dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de derpêş kir ku di mirina Besna Zirigê de tu qisûr û kêmasiyeke personelên emniyetê û leşkeran nehatiye dîtin. Her wiha di biryarê de hat diyarkirin ku di nav 15 rojan de dikarin li Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Cizîrê îtiraz li biryarê bê kirin.
MA / Gokhan Altay