ENQERE - HDP, xebatên ji bo hilbijartina herêmî ku îhtimala wê ya bi awayekî pêşwext bê kirin heye didomîne û ji bo bi îtifaqeke civakiyî ya berfireh tev li hilbijartinê bibe dê bi hin derdoran re hevdîtinan çêbike.
Dê HDP, di Îlonê de bi awayekî fiîlî li qadê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike. Piştî kampa li Wanê ku 3 rojan doman, Meclîsa Partiyê û Desteya Rêvebir a Navendî hin civîn çêkirin û ji bo hilbijartinê hin komîsyon ava kirin û ev komîsyon dest bi xebatên hilbijartinê kir.
DÊ STRATEJÎ BÊ DIYARKIRIN
Piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê HDP li ser encamên hilbijartinê yên li herêmê hûr bû. Dê li gorî analîzên encaman stratejiya hilbijartinê bê diyarkirin. Her wiha dê 2'yê Îlonê de li navenda giştî bi beşdarbûyîna nûnerên saziyan civîna "Rêveberiyên herêmî ya Jinan" bê çêkirin û dê bi vê re bi awayekî fiîlî xebatên hilbijartinê dest pê bikin. Di 4'ê Îlonê de jî civîna Desteya Rêvebir a Navendî çêbibe û dê bi vê civînê re dîroka hevdîtinên ji bo îtifaqê diyar bibe.
Dê partî ji meha Îlonê ve dest pê bike û ji bo çêkirina îtifaqeke berfireh bi partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîk û hin sendîkayan re hevdîtinan çêbike.
Li gorî agahiyên bi dest ketin, hevdîtin bi CHP'ê re tune ye, lê belê dê li rojavayê Tirkiyeyê bi tevgerên çepgir û sosyalîst û li herêê jî bi partiyên kurdistanî re hin pêwendî bên danîn.
MA / Hayri Demir