Ji ber broşura nivîsand înfaza wê hat şewitandin

  • rojane
  • 09:11 29 Tebax 2018
  • |
img

KOCAELÎ - Broşura bi sernavê "Di doktrîna zana de nêrîna li marksîzm û feminîzmê de" ya girtiya PKK'yî Ferda Îldan ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û 24 sal in di girtîgehê de ye, nivîsand û ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê re şand, wekî broşureke "bifikare" hat dîtin. Ji ber broşurê înfaza Îldanê hat şewitandin. 

Rojnamevan Meltem Oktay ku ji ber nûçeyên xwe yên li navçeya Mêrdînê hat girtin, ji Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê nûçeyek nivîsand û ji Ajansa Mezopotamyayê re şand. Nûçeya ku Oktay nivîsandiye wiha ye: Ferda Îldana ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û 24 sal in girtiye û dê 6 sal şûnde bihatana berdan, ji ber dozeke lê hat vekirin înfaza wê hat şewitandin. Îldan di sala 2017'an de broşureke bi ser navê "Di doktrîna zana de nêrîna li marksîzm û feminîzmê de" nivîsand û ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê re şand. Broşur di Komîsyona Xwendinê ya Tîpa M a Gebzerê re derbas bû, lê belê Komîsyona Xwendinê a Girtîgeha Tîpa M a Wanê broşurê wekî broşureke "bifikare" dît û der barê Îldanê de lêpirsîn da destpêkirin. Îdareya Girtîgehê dosyeyê ji Dozgeriya Girtîgeha Gebzeyê re şand. Dozgeriyê bi îdiaya "propgandaya rêxistinê" îfadeya Îldanê girt. 
 
Îldan di îfadeya xwe de diyar kir ku di nivîsê de tiştekî ku bibe sedema propagandayê tune ye û got: "24 sal in ez kadroya vê rêxistinê me û min nivîs ji hevala xwe re şand. Ji bo çi ez ê propagandayê ji hevala xwe re bikim? Di qanûnê de cihê vê yekê tune ye." 
 
Dozgeriyê piştî îfadeyê dosye ji Girtîgeha Cezayê Giran a 5'an a Kocaeliyê re şand dadgehê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 5 meh ceza li Îldanê birî. 
 
ÎNFAZA WÊ HAT ŞEWITANDIN 
 
Piştî çend mehan şûnde cezayê li Îldanê hat birîn ji Daîreya Ceza a 2'yan a Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya Stenbolê re hat şandin. Îldan bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû û di danişînê de dozger ji Îldanê re got: "Kî doza propagandayê li te kiriye? Ya ku te kiriye, axaftinên te û sekna te bi zanebûnî alîkariya ji bor êxistinê ye." Bi vî awayî doz veguherandin doza "alîkariya ji bo rêxistinê" û ceza li Îldanê hat birîn û înfaza wê hat şewitandin. 
 
'MÎNAKA BÊHIQÛQIYÊ' 
 
Îldan, diyar kir ku piştî muddetname gihaştiye destê wê ew hay jê çêbûye ku înfaza wê hatiye şewitandin. Îldan, diyar kir ku nivîsa ku wê şandiye pêşî di komîsyona xwendinê ya girtîgeha lê girtiye re derbas bûye, lê belê girtîgeha din nivîsa wê wekî nivîseke "bifikare" dîtiye. Îldan, destnîşan kir ku ev yek mînaka bêhiqûqîtiyê ye û got: "Di nivîsa ku min nivîsand de tiştekî bibe cihê sûc tune ye. 24 sal in ez kadroya vê rêxistinê me û min nivîs ji hevala xwe re şand. Ji bo çi ez ê propagandayê ji hevala xwe re bikim? Her wiha bi ser de dosye veguherandin dosyeya alîkariyê. Ev yek rewşeke trajîkomîk e. Jixwe nivîs negihaşt ber destê hevala min, loma tu sûcî teşkîl nake. Der barê vê yekê de di dest min de biryareke emsal heye. 'Ji ber ku endama PKK'ê ye heta cezayê wê biqede tu sûc lê nayê barkirin.' Me ev yek berpêşî dadgehê jî kir, lê belê dadgehê guh neda biryara emsal." 
 
ÎTIRAZ KIR 
 
Îldan, bilêv kir ku ev biryar biryareke polîtîkaya tepisandinê ye û got: "24 sal in ez vê bêedaletiya hiqûqê qebûl nakim û ji niha û pê de jî ez ê qebûl nekim. Dîroka berdana min 25'ê Adara 2015'an bû. Bi vê dosyeyê înfaza min hat şewitandin û dîroka berdana min taloqî 2031'ê kirin. Hiqûq wekî her carê bi awayekî bîrdoziyî nêz bû. Min îtiraz li vê yekê kir. Ez vê yekê qebûl nakim. Divê raya giştî li hember vê derhiqûqiyê bi hesas tev bigere." 
 

Sernavên din

01/09/2018
11:38 Ceyran û xaza xwezayî dîsa zem kirin
11:18 Eskeran Qereqola Geyiksuyu: Dê di Îlonê de gelek gund bên valakirin
10:14 Hevalê Ocalan ê salên xwendekariyê Ayhan: Tirkiye tê tecrîdkirin
10:13 Rewşa Rojnameger Duran bi wezîran re axivî
09:36 Komên çekdar bi hevkariya ENKS'ê talan dikin
09:10 Weşanxaneya Sîtavê 8 pirtûkên din jî çap kirin
09:10 ‘Wekî Cerattepeyê Dersimê jî ji bo rantê ji mirovan xalî dikin'
09:09 Wekîlên HDP'î: Eger li dij neyê derketin dê faşîzm sînoran nas neke
09:08 Wekîlên HDP'î: Di 2'yê Îlonê de em mil bidin hevdû
09:07 Çapemeniyê endamê rêxistinê nîşanda, lê derket holê ji ber CD'ya muzîkê ye
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2018'AN
31/08/2018
18:22 Qada Galatsarayê bi bariyeran hat girtin
15:36 Kurtulan banga mitîngê kir: Aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
15:16 Cenazeyê wî jî ji lêpirsînê xelas nebû
14:58 Cenazeyê karkerê fetisî hat dîtin
14:58 Ji girtiyên jin re name şandin
14:25 ÎHD û TÎHV: Çalakiyên Dayikên Şemiyê nayên qedexekirin
14:23 Li Mêrsînê panela 1’ê Îlonê û li Wanê jî gel vexwendin mitînga Amedê
14:04 Li Dersimê 31 herêm hatin qedexekirin
13:53 Dayikên Şemiyê randevû ji Erdogan xwestin
13:34 Kurtulan: Hemû nirxîn etîk ên AKP’ê riziyan e
13:33 Destûra mîtînga 1'ê îlonê ya Bakirkoyê ji Walîtiyê derket
13:19 Li Bedlîsê şewat
13:18 Li Nisêbînê teqîn
12:57 Dadgehê Wezareta Karên Hundir mahkûm kir ku tazmînatê bide Lîsa Çalan
12:32 Bernameya Mîtînga Aştiyê diyar bû
12:12 Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê bi kuştin, darbe, OHAL û kirîza aborî bersvandin
11:44 2 esker li Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest dan
10:14 Meclîsê pêşniyarpirsa der barê şertên rojnamevanên girtî de ne eciband!
10:11 Nûnerên gelan: Yê li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne li Îmraliyê ye
09:21 Parêzer Çelîk: Pêkanînên li girtîgehan wêneyê Tirkiyeyê ye
09:08 Ji bo mîtînga li Qada Îstasyonê bang kirin
09:07 ‘Li Dersimê polîtîkayê xalîkirina ji mirovan cara sêyem di dewrê de ye'
09:07 Lîsteya protokolê ya Dersimê: AKP, CHP û MHP hene, lê HDP tune ye
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Helwesta êrîşkar kiryaran diparêze
09:05 Koçyîgît: Em li qadên 1'ê Îlonê li benda herkesî ne
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2018'AN
08:26 Rejîma Îranê roja darvekirina Penahî ragihand
30/08/2018
20:25 Li Amedê ji bo 1'ê Îlonê belavok hatin belavkirin
17:44 Cûdî dîsa dişewite
17:38 ‘Çekirina cemxaneyê dê Munzurê tune bike’
17:29 Rewşa girtiyê nexweş Saîd Yildirim giran û nebaş dibe
16:58 ‘Ji bo dawî li şer were em li Qada Îstasyonê bin’
16:39 Qeyûm tayînî Şaredariya Komurê hat kirin
16:36 Dîsa destûra heyeta HDP’ê nedan biçe şîna Koçer Ozdal
16:05 Rêxistina Efûyê: Divê mafê çalakiya Dayikên Şemiyê bê mîsogerkirin
15:52 Li Êlihê banga mitînga 1’ê Îlonê hat kirin
14:35 Dengbêj Mecîdê Silêman koça dawî kir
14:14 ÎHD: Dayikên Şemiyê wê dev ji lêgerîna windayan bernedin
13:28 Jin: Li dijî rêveberiya zordar dakevin Bakirkoyê
13:25 Zaroka bi ceryanê ve zeliqî jiyana xwe ji dest da
13:25 Qeyyûmê Amedê otobusên şaredariyê kirin amûra propagandaya AKP’ê
13:15 Li çoltera Elkê operasyona eskerî berfireh dibe
12:27 ‘Kîjan dayik naxwaze zarokên xwe bibine?'
12:13 Rêveberê HDP'î û birayê wî hatin binçavkirin
12:03 Li Amedê banga beşdariya mitînga aştiyê hat kirin
11:50 Parêzerên Ocalan cara 783’yemîn serî li dozgeriyê dan
11:42 Wekîlên tên astengkirin: Em ê ji Waliyê Mûşê hesab bipirsin
11:31 Waliyê Mûşê ji bo HDP’î neçin şîna Koçer Ozdal herêma qedexe îlan kir
11:15 Firat: Ocalan ji hemû rêberan bêtir ji bo aştiyê têkoşiya
11:06 ‘Baweriya me dişewite deng bidin Dersimê’
10:14 Wekîla HDP'ê Dundar: Soylu xwedî li Çîller û Agar derket
10:13 JÎTEM, bi navê JÎT vegeriya
09:42 Tirkiye lez dan xebatên vekirina fakulteyan ên li Sûriyeyê
09:14 ‘Dixwazin şaredariyan bi xwe ve girêbidin'
09:13 Ciwanên HDP'ê ji bo bîranîna Firat Yaman tûrnûvaya fûtbolê lidar dixin
09:13 Temellî: Divê em rê li pêş îktîdara xwe bi şer xwedî dike bigirin
09:11 Şewata daristanên li Dersimê gelo ji bo madenê ye?
09:10 Tomerîfiroşên li Merterê jî 'stop' kirin: Rojên xirab li benda me ne
09:09 'Helbet em ê rojekê aştiyê bînin vî welatî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2018'AN
29/08/2018
16:13 Bulbul: Li Dersimê ‘Qanûna Tuncelî’ tê nûjenkirin
15:20 Li kêleka rêya Cizîr û Hezexê bi hektaran qad şewitî
14:47 ‘Bi lez mûçê xizmetkarên tenduristiyê bidin wan'
14:37 Di daweta gotin ‘Eşîr xwedî li TL derketin’ de derew derket
13:14 Almanya Peykerê Erdogan rakir
12:41 Esker zorê li gundiyên Dersîmê dikin: Gundê xwe vala bikin
12:39 Destûr nadin şîna Koçer Ozdal were danîn
12:18 Destûra mitînga aştiyê ya li Qada Îstasyonê hat dayîn
11:58 ‘Divê hekîm û eskerê kelepçe xistin destê Ozdal bên darizandin'
11:57 Wekîlên HDP’ê: Dixwazin li Dersimê jiyan û xwezayê tune bikin
11:27 Ondeş: Mijara ‘Yek hesab' biryarek siyasî ye
10:15 Di mehekê de14 zarok li Rihayê xeniqîn
10:15 Baweriya eşîr û cematan ji AKP’ê nemaye
09:54 Denîz Turkalî: Bavê min wekî nivîskarekî tirk di dilê kurdan de cih girt
09:18 Wezareta xezînê Turk Telekom dewrî bankayan kir
09:13 Dozgeriyê der barê mirina Besna Ziriga 55 salî de biryara neşopandinê da
09:12 HDP dê ji bo hilbijartina herêmî ji bo îtifaqeke civakiyî tev bigere
09:11 Ji ber broşura nivîsand înfaza wê hat şewitandin
09:10 Hunermendên li Mêrsînê dê pêşangeha 'Koçberî û Eref'ê li dar bixin
09:10 'Eger gorek me hebûna, em ê neçûna Qada Galatasarayê'
09:09 ‘Ji bo aştiyê em di 2'yê Îlonê de li Bakirkoyê li benda herkesî ne'
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2018'AN
28/08/2018
22:11 Li gundê Cixê yê Dersimê agir bi daristanê ket
21:35 Siyasetmedaran gel vexwand mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê
17:52 Heyeta HDP’ê: Bi astengkirina dixwazin ser rastiyê binixumînin
17:47 HDP: Hemû kesên bi wîcdan divê li hemberî vê mirinê bêdeng nemînin
17:15 Ji bo cenazeyê zarokê xwe werbigirin serî li dozgeriyê dan
16:59 Bersûcê Pirsûsê Şahîn: Her kes dibêjin dewletê kiriye
16:37 Cenazeyê Ozdal veşartin lê destûra konê şînê nehat dayîn