'Eger gorek me hebûna, em ê neçûna Qada Galatasarayê'

  • rojane
  • 09:10 29 Tebax 2018
  • |
img

STENBOL - Hanîfe Yildiz a tevî civîna li Dolmabahçeyê ya Erdogan bi Dayikên Şemiyê re kiribû bibû bertek nîşanî daxuyaniyên Soylû dan û got: "Em bi hêza dilê xwe, bi êşa zarokên xwe li hev dicivin." Hanim Tosûn jî got, ji ber gorek wan tune ye ew li Qada Galatasarayê ne. 

Bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê hatibû qedexekirin û polîsan mudaxileyî çalakiyê kiribû. Her wiha Soylû der barê vê yekê de daxuyanî dabû. Her wiha di sala 2011'an de têkildarî rewşa windayan serokwezîrê wê demê Recep tayyip Erdogan li Dolmabahçeyê bi dayikan re civînek çêkiribû, lê belê sozên di wê civînê de hat dayîn hîn jî bi cih neaniye. 
 
‘SEDEMA HEVDÎTINÊ HILBIJARTIN BÛ' 
 
Hanîfe Yildiz, dayika Mûrat Yildizê ku di sala 1995'an d eli Îzmîrê hat binçavkirin û paşê hat windakirin, jî tevî civîna ku Erdogan bi dayikan re çêkiribû bibû. Yildiz got: "Me hemûyan behsa windayên xwe kir. Got 'Lê ev yek di serdema me de nehatine kirin. Lê dîsa jî çi ji destê min bê ez ê bikim.' Herkesî spasiya wî kir, lê min got 'ez spas nakim.' Jixwe ji weziyeta Erdogan min fêm kiribû ku dê tiştekî neke. Wê çaxê tekane sedema ku hevdîtin bi me re çêkir, hilbijartin bûn. Jixwe paşê me hemûyan dît ku tiştek jî nekir." 
 
‘SOYLÛ DIXWAZE CIHÊ XWE SAXLEM BIKE' 
 
Yildiz, bal kişand ser daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ya der barê Dayikên Şemiyê jî û got: "Gotiye hin kesan em bi kar anîne. Kesî em bi kar neanîne. Em bi hêza dilê xwe, bi êşa zarokên xwe li hev dicivin. Ji bo cihê xwe saxlem bike tiştên wisa dibêje. Em ê bi gotina wî  xwe nedin qeraxê. Herkes li gor xwe tev digere. Ew jî li gor xwe. Dê ew nikaribe me ji doza me dûr bixîne. Em mafdar in. Eger ji kesî fedî nake, bila ji min fedî bike. 23 sal berê min kurê xwe bir qereqolê. Û eger 23 sal ez li kurê xwe digerim, nexwe mafdar im." 
 
‘AGIRÊ DI DILÊ ME DE NE POLÎS NE JÎ GAZAN NAS DIKE' 
 
Yildiz, destnîşan kir ku kî li ber Erdogan serê xwe netewîne, Erdogan wan wekî terorîst îlan dike û got: "Herkes li mafê xwe digere. Eger lêgerîna ji bo edaletê terorîstî be, nexwe ez terorîst im. Nikarin bi zorî û şidetê serî bi me bidin tewandin. Hêza dewletê, polîs û gaza wê heye. Lê agirê di dilê me de jî ne polîs, ne gaz û ne jî hêza wan nas dike. Ji ber agirê di dilê me de em li Qada Galatasarayê." 
 
Hanim Tosûn, hevjîna Fehîm Tosûnê ku di sala 1995'an de li Avcilarê li ber mala xwe hat binçavkirin û paşê hat windakirin, jî bi bîr xist ku 7 sal berê ew jî tev li civîna li Dolmabahçeyê bûye û got: "Kesên wê rojê gazî me kirin û gotin em ê windayên we bibînin, niha bi wehşetî bi ser me de tên. 700 hefte ye em li Qada Galatasaryê rûdinên. Me kesî nerihet nekir, me heqaret li kesî nekir. Me zirar nedaye mal û canê kesî. Tevî evqas êşê, êşa me girnatir dikin. Em bertek nîşan didin, çimkî canê me winda ye. Eger malbatên wan hebûna, dê ev tişt nekirina. Em dayik in. Di hefteya cejnê de ev yek li me kirin. Ma qey wijdan bi wan re tune ye? Ma yek ji wan jî neçûn ser gorên xizmên xwe? Eger gora me hebûûna em nediçûn wir. Ji bo çi evqas neheqiyê li me dikin? Şîna me didome. Em mecbûr in xwedî li Galatasarayê derkevin." 
 
MA / Melike Ceyhan - Servet Karaduman 
 
 

Sernavên din

01/09/2018
11:38 Ceyran û xaza xwezayî dîsa zem kirin
11:18 Eskeran Qereqola Geyiksuyu: Dê di Îlonê de gelek gund bên valakirin
10:14 Hevalê Ocalan ê salên xwendekariyê Ayhan: Tirkiye tê tecrîdkirin
10:13 Rewşa Rojnameger Duran bi wezîran re axivî
09:36 Komên çekdar bi hevkariya ENKS'ê talan dikin
09:10 Weşanxaneya Sîtavê 8 pirtûkên din jî çap kirin
09:10 ‘Wekî Cerattepeyê Dersimê jî ji bo rantê ji mirovan xalî dikin'
09:09 Wekîlên HDP'î: Eger li dij neyê derketin dê faşîzm sînoran nas neke
09:08 Wekîlên HDP'î: Di 2'yê Îlonê de em mil bidin hevdû
09:07 Çapemeniyê endamê rêxistinê nîşanda, lê derket holê ji ber CD'ya muzîkê ye
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2018'AN
31/08/2018
18:22 Qada Galatsarayê bi bariyeran hat girtin
15:36 Kurtulan banga mitîngê kir: Aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
15:16 Cenazeyê wî jî ji lêpirsînê xelas nebû
14:58 Cenazeyê karkerê fetisî hat dîtin
14:58 Ji girtiyên jin re name şandin
14:25 ÎHD û TÎHV: Çalakiyên Dayikên Şemiyê nayên qedexekirin
14:23 Li Mêrsînê panela 1’ê Îlonê û li Wanê jî gel vexwendin mitînga Amedê
14:04 Li Dersimê 31 herêm hatin qedexekirin
13:53 Dayikên Şemiyê randevû ji Erdogan xwestin
13:34 Kurtulan: Hemû nirxîn etîk ên AKP’ê riziyan e
13:33 Destûra mîtînga 1'ê îlonê ya Bakirkoyê ji Walîtiyê derket
13:19 Li Bedlîsê şewat
13:18 Li Nisêbînê teqîn
12:57 Dadgehê Wezareta Karên Hundir mahkûm kir ku tazmînatê bide Lîsa Çalan
12:32 Bernameya Mîtînga Aştiyê diyar bû
12:12 Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê bi kuştin, darbe, OHAL û kirîza aborî bersvandin
11:44 2 esker li Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest dan
10:14 Meclîsê pêşniyarpirsa der barê şertên rojnamevanên girtî de ne eciband!
10:11 Nûnerên gelan: Yê li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne li Îmraliyê ye
09:21 Parêzer Çelîk: Pêkanînên li girtîgehan wêneyê Tirkiyeyê ye
09:08 Ji bo mîtînga li Qada Îstasyonê bang kirin
09:07 ‘Li Dersimê polîtîkayê xalîkirina ji mirovan cara sêyem di dewrê de ye'
09:07 Lîsteya protokolê ya Dersimê: AKP, CHP û MHP hene, lê HDP tune ye
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Helwesta êrîşkar kiryaran diparêze
09:05 Koçyîgît: Em li qadên 1'ê Îlonê li benda herkesî ne
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2018'AN
08:26 Rejîma Îranê roja darvekirina Penahî ragihand
30/08/2018
20:25 Li Amedê ji bo 1'ê Îlonê belavok hatin belavkirin
17:44 Cûdî dîsa dişewite
17:38 ‘Çekirina cemxaneyê dê Munzurê tune bike’
17:29 Rewşa girtiyê nexweş Saîd Yildirim giran û nebaş dibe
16:58 ‘Ji bo dawî li şer were em li Qada Îstasyonê bin’
16:39 Qeyûm tayînî Şaredariya Komurê hat kirin
16:36 Dîsa destûra heyeta HDP’ê nedan biçe şîna Koçer Ozdal
16:05 Rêxistina Efûyê: Divê mafê çalakiya Dayikên Şemiyê bê mîsogerkirin
15:52 Li Êlihê banga mitînga 1’ê Îlonê hat kirin
14:35 Dengbêj Mecîdê Silêman koça dawî kir
14:14 ÎHD: Dayikên Şemiyê wê dev ji lêgerîna windayan bernedin
13:28 Jin: Li dijî rêveberiya zordar dakevin Bakirkoyê
13:25 Zaroka bi ceryanê ve zeliqî jiyana xwe ji dest da
13:25 Qeyyûmê Amedê otobusên şaredariyê kirin amûra propagandaya AKP’ê
13:15 Li çoltera Elkê operasyona eskerî berfireh dibe
12:27 ‘Kîjan dayik naxwaze zarokên xwe bibine?'
12:13 Rêveberê HDP'î û birayê wî hatin binçavkirin
12:03 Li Amedê banga beşdariya mitînga aştiyê hat kirin
11:50 Parêzerên Ocalan cara 783’yemîn serî li dozgeriyê dan
11:42 Wekîlên tên astengkirin: Em ê ji Waliyê Mûşê hesab bipirsin
11:31 Waliyê Mûşê ji bo HDP’î neçin şîna Koçer Ozdal herêma qedexe îlan kir
11:15 Firat: Ocalan ji hemû rêberan bêtir ji bo aştiyê têkoşiya
11:06 ‘Baweriya me dişewite deng bidin Dersimê’
10:14 Wekîla HDP'ê Dundar: Soylu xwedî li Çîller û Agar derket
10:13 JÎTEM, bi navê JÎT vegeriya
09:42 Tirkiye lez dan xebatên vekirina fakulteyan ên li Sûriyeyê
09:14 ‘Dixwazin şaredariyan bi xwe ve girêbidin'
09:13 Ciwanên HDP'ê ji bo bîranîna Firat Yaman tûrnûvaya fûtbolê lidar dixin
09:13 Temellî: Divê em rê li pêş îktîdara xwe bi şer xwedî dike bigirin
09:11 Şewata daristanên li Dersimê gelo ji bo madenê ye?
09:10 Tomerîfiroşên li Merterê jî 'stop' kirin: Rojên xirab li benda me ne
09:09 'Helbet em ê rojekê aştiyê bînin vî welatî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2018'AN
29/08/2018
16:13 Bulbul: Li Dersimê ‘Qanûna Tuncelî’ tê nûjenkirin
15:20 Li kêleka rêya Cizîr û Hezexê bi hektaran qad şewitî
14:47 ‘Bi lez mûçê xizmetkarên tenduristiyê bidin wan'
14:37 Di daweta gotin ‘Eşîr xwedî li TL derketin’ de derew derket
13:14 Almanya Peykerê Erdogan rakir
12:41 Esker zorê li gundiyên Dersîmê dikin: Gundê xwe vala bikin
12:39 Destûr nadin şîna Koçer Ozdal were danîn
12:18 Destûra mitînga aştiyê ya li Qada Îstasyonê hat dayîn
11:58 ‘Divê hekîm û eskerê kelepçe xistin destê Ozdal bên darizandin'
11:57 Wekîlên HDP’ê: Dixwazin li Dersimê jiyan û xwezayê tune bikin
11:27 Ondeş: Mijara ‘Yek hesab' biryarek siyasî ye
10:15 Di mehekê de14 zarok li Rihayê xeniqîn
10:15 Baweriya eşîr û cematan ji AKP’ê nemaye
09:54 Denîz Turkalî: Bavê min wekî nivîskarekî tirk di dilê kurdan de cih girt
09:18 Wezareta xezînê Turk Telekom dewrî bankayan kir
09:13 Dozgeriyê der barê mirina Besna Ziriga 55 salî de biryara neşopandinê da
09:12 HDP dê ji bo hilbijartina herêmî ji bo îtifaqeke civakiyî tev bigere
09:11 Ji ber broşura nivîsand înfaza wê hat şewitandin
09:10 Hunermendên li Mêrsînê dê pêşangeha 'Koçberî û Eref'ê li dar bixin
09:10 'Eger gorek me hebûna, em ê neçûna Qada Galatasarayê'
09:09 ‘Ji bo aştiyê em di 2'yê Îlonê de li Bakirkoyê li benda herkesî ne'
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2018'AN
28/08/2018
22:11 Li gundê Cixê yê Dersimê agir bi daristanê ket
21:35 Siyasetmedaran gel vexwand mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê
17:52 Heyeta HDP’ê: Bi astengkirina dixwazin ser rastiyê binixumînin
17:47 HDP: Hemû kesên bi wîcdan divê li hemberî vê mirinê bêdeng nemînin
17:15 Ji bo cenazeyê zarokê xwe werbigirin serî li dozgeriyê dan
16:59 Bersûcê Pirsûsê Şahîn: Her kes dibêjin dewletê kiriye
16:37 Cenazeyê Ozdal veşartin lê destûra konê şînê nehat dayîn