* Endamê Komîteya Amadekar a 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê Yûsûf Gulen, bilêv kir ku şer ne qeder e û avakirina civakeke aştiyane di dest mirovan de ye û got: "Ji bo li hemberî şer aştî bi ser bikeve, di 2'yê Îlonê de li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê em li benda herkesî ne."
* Hanîfe Yildiz ku tevî civîna li Dolmabahçeyê ya Erdogan bi Dayikên Şemiyê re kiribû bibû bertek nîşanî daxuyaniyên Soylû dan û got: "Em bi hêza dilê xwe, bi êşa zarokên xwe li hev dicivin." Hanim Tosûn jî got, ji ber gorek wan tune ye ew li Qada Galatasarayê ne.
* Li Mêrsînê 4 hunermend dê pêşangeha bi navê "Koçberî û Eraf" ku zor û zehmtiyên koçberî û penaber bi wan re rû bi rû dimînin vedibêje li dar bixin.
* Broşura bi sernavê "Di doktrîna zana de nêrîna li marksîzm û feminîzmê de" ya girtiya PKK'yî Ferda Îldan ku cezayê muebetê lê hatiye birîn û 24 sal in di girtîgehê de ye, nivîsand û ji Girtîgeha Tîpa M a Wanê re şand, wekî broşureke "bifikare" hat dîtin. Ji ber broşurê înfaza Îldanê hat şewitandin.
* Di ser vefata nivîskarê tirk Vedat Turkali yê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd têkoşiya û di dilê kurdan de cihekî mezin digire 2 sal derbas bûn. Keça Turkalî ya lîstikvan Denîz Turkalî got "Bavê min wekî nivîskarekî tirk di dilê kurdan de cih girt û hezkirina kurdan qezenç kir."
* HDP, xebatên ji bo hilbijartina herêmî ku îhtimala wê ya bi awayekî pêşwext bê kirin heye didomîne û ji bo bi îtifaqeke civakiyî ya berfireh tev li hilbijartinê bibe dê bi hin derdoran re hevdîtinan çêbike.
* Dozgeriyê der barê giliya ji bo mirina Besna Ziriga 55 salî ku di dema qedexeya li Cizîrê de ji ber guleyên li mala wan keyin û teqînên li nêz mala wan pêk hatin qeyran dil derbas kir û mir hatibû kirin de biryara neşopandinê da.
* Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Aksarayê û Odeya Tabîban a Stenbolê, dê ji bo rewşa kedkarên tenduristiyê yên li Fakulteya Tipê ya Stenbolê û Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa kar dikin dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
* SAMER’ê li ser eşîret cematên olî lêkolîn kir, beşdarvanan ji sedî 76 diyar dikin ku rêveberiya siyasî ya heyî naxwaze dengê wan bê bihîstin. Li çar bajarên kurdan lêkolîn hat kirin û li gorî van lekolînan endamên eşîretan HDP’ê destek dikin û endamên cematan jî bi piranî AKP’ê destek dikin.