DERSIM – Li gundê Cixê yê Dersimê agir bi daristanê ket. Agir her diçe berbelav dibe.
Îro danê êvarî li gundê Cixê yê Dersimê li du deveran agir derket. Şewata ku derket di demeke kurt de berbelav bû. Komeke dildar ku ji 15 kesan pêk dihat, ji bo tefandina agir ber bi herêmê ve çû.
AGIR HAT TEFANDIN
Ferhat Tûnç ku di şewata li Dersimê de di nav kesên dildar ên mudaxileyî şewatê dikirin de cih digirt, li ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir ku agir hatiye tefandin. Tûnç got: "Dildarên ji bo şewatê ketin rê saetekê hatin sekinandin. Paşê tevî komeke girêdayî Midûriyeta Daristanan çûn herêmê û mudaxileyî agir kirin. Şewat li gundê Cixê yê Dersimê hat tefandin."