AMED- Parlementer, rêvebirên HDP’î û DBP’î jî di nav de gelek partiyi, bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li Amedê belavok belavkirin û gel vexwandin mîtînga ku dê di 1’ê Îlonê de bê lidarxistin.
Li Amedê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ku dê di 1’ê Îlonê de bi tevkariya HDP û Platforma Ked û Demokrasiyê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin belavok hatin belavkirin. Koma ku parlementerên HDP’ê ên Amedê Salîha Aydenîz, Dersîm Dag, rêveberên HDP û DBP’î jî di nav de li Taxa Kûrûçeşme ya navçeya Rezan a Amedê belavok belav kirin û gel vexwandin mîtîngê. Di dema belavkirina belvokan de parlementer û rêvebiran bi gel re sohbet kir û destnîşan kirin ku divê herkes bi feraseta aştiyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berê xwe bide qada mîtîngê.
Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz, di axaftina xwe ya bi gel re bilêv kir ku ew bêdeng dibin pergal bêtir bi ser wan de diçe û got: “Hewce ye em hemû li qada aştiyê bin. Pergala dagirker dijminatiya aştî û azadiyê dike. Pêdiviya herkesî bi aştiyê heye. Divê herkes bi vê ferasete di 1’ê Îlonê de li Qada Îstasyonê be.”
Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag jî, bilêv kir ku dînamîkên herî bihêz ên civakê ciwan in û hewce ye ku vê hêza xwe ji bo aştî û azadiyê derxin holê û li qadê cihê xwe bigirin.