DERSIM – Esker û polîsan destûr neda heyeta HDP’ê biçe herêma şewatê lêkolînan bikin. Heyetê daxuyanî da û got bi astengkirina heyet û dildaran dixwazin ser şewitandina daristanan binixumînin.
Heyeta parlamenterên HDP’ê ya ji 10 wekîlan pêk dihat xwest li Dersimê biçin herêmên şewatê û lêkolînan bikin. Lê bes li gel hemû hewldan û rêyên alternatîf ên heyetê jî esker û polîsan destûr neda biçin cihên şewatê. Hemû rê li heyetê hatin girtin û asteng kirin. Heyet bi boneya rewşê protesto bike vegeriya navenda Dersimê û li Qada Seyid Riza daxuyaniya çapemeniyê da.
Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen li ser navê heyetê daxuyanî da û got di kêliya ew hatine Dersimê waliyê Dersimê wan hedef nîşan daye û li ser fermana kêfî ya walî hatine astengkirin.
‘FERASETEK DIJMINAHÎ LI DIJÎ NEWAL Û DARISATNAN HEYE’
Bîlgen di dewama axaftina xwe got: “Me xwest tiştên li vir diqewimin haya dinya û Tirkiyeyê pê bixin. Lê em bi tabloyek heq, hiqûq, azadî û heta qanûnên gerdûnî nas nakin re hevrû man. Ev bajar bi pêkanînên kêfî tê birêvebirin. Ev ne pirsgirêka şewitandina daristan û darekê ye. Ev di hiqûqa şer de jî nîne. Ev feraset dijminê newal, daristan û yên ne ji wan e.”
‘BI ASTENGIKIRINA ME DIXWAZIN SER RASTIYÊ BINIXUMÎNIN’
Bîlgen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê cudahiyê dixin navbera şewata daristanan jî û wiha dewam kir: “Şewata herî mezin a daristanan a li Tirkiyeyê li Dersimê ye. Lê mixabin li tu deverî nayê nîşandan. Dixwazin ser vê şewata daristanên li Dersimê binixumînin. Hilnadin bin qeydê. Me jî asteng dikin û dildaran jî asteng dikin. Dixwazin ser rûyê rastiyê veşêrin û binixumînin.”
‘ŞEWATA DARISTANAN PARÇEYEK ŞER E’
Bîlgen da zanîn ku şewat li ku dibe bila bibe ew ê li dijî wê têbikoşin û got: “Li Dersimê dixwazin bi şewata daristanan herêmê bêmirov bikin. Rastî ev e, heta şewata li Rojhilata Navîn neyê vemirandin, şewata li Dersimê dê qet neyê vemirandin. Şewata daristanan parçeyek şer e. Daristanên me nirxên me ne. Divê em xwedî derkevin.”