ENQERE – HDP'ê têkildarî mirina Koçer Ozdal ê dest kelepçekirî jiyana xwe ji dest da, bang li hemû kesên edalet, hiqûqa gerdûnî dixwazin kik û gğot: "Hemu kesên bi wîcdan divê li hemberî vê mirinê bêdeng nemînin.
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, têkildarî mirina girtiyê nexweş Koçer Ozdal daxuyaniya nivîskî da û xwest hemû kesên xwedî wîcdan li hemberî vî mirinê bêdeng nemînin. Ayşe Acar Bajaran anî ziman ku girtiyê nexweş ê 65 salî Koçer Ozdal, dema dest û piyên wî bi kelepçekirî bûn û li koma dihat dermankirin bêyî ku xatir ji malbata xwe xwe bixwaze jiyana xwe ji dest da. Ozdal ku xwendin û nivîsandina wî tune bû, nekarîbû daxwaza xwe bi nivîskî bîne ziman. Lê ji ber ku rayedarên girtîgehê ev yek qebûl nekir ew di yek hucreyê de hişt. Di 17 salan de 3 hezar û 503 girtiyên nexweş li girtîgehên Tirkiye jiyana xwe ji dest dane. Hikûmet bi israr çavên xwe ji van mirinan re digirin. Heta ku helwesta hikumetê wisa bidome dê wekî Koçer Ozdal 402 girtiyên nexweşa giran bi giştî 1154 girtiyên nexweş heman qederê bijîn." Bajaran xwest dawî li vê mirinê bînin.