EDENE – Malbata endamê HPG’ê Haydar Karaburk ê di êrîşa hewayî de li Osmaniyeyê jiyana xwe ji dest û li goristana bêkesan hat definkirin werbigire serî li dozgeriyê da.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) li qada Şarappinar a Osmaniyeyê di 11’ê tîrmehê de bombebaran pêk anî. Di encama êrîşa esmanî de 12 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. 12 cenaze jî li goristana bêkesan hatin definkirin. Piştî nasnameya HPG’yan aşkere bû ji bo malbat cenazeyên zarokên xwe werbigirin diçin serî li dozgeriyê didin.
Piştî malbatên Omer Çevîk û Îbrahîm Durgun serî li dozgeriyê dan, îro jî malbata Haydar Karaburk ewil çû serî li Şaxa ÎHD’ê ya Edeneyê serlêdan kir û pişt re jî çû Edliyeya Osmaniyeyê serî li dozgeriyê da. Malbatên Çevîk, Durgun û Karaburk li benda bersivê ne.