Bersûcê Pirsûsê Şahîn: Her kes dibêjin dewletê kiriye

  • rojane
  • 16:59 28 Tebax 2018
  • |
img
RIHA - 6'emîn danişîna doza komkujiya 33 ciwanên li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê hatin qetilkirin, li Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê hat dîtin. Bersûcê komkujiya 33 ciwanên li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin, Yakup Şahîn, di danişînê de bang li mexdûran kir û got "Her kes dibêjin dewetê kuştiye. Ger ku dewletê kiribe wê demê dewletê tawanbar bikin." 
 
Di 20'ê Tirmeha 2015'an de endamên DAIŞ'ê li dijî ciwanên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst êrîş pêk anîbû. Di êrîşê de 33 ciwanên sosyalîst hatibûn qetilkirin, gelek ciwan jî birîndar bûbûn. 6'emîn danişîna doza komkujiya 33 ciwanên li Navenda Çanda Amara ya Pirsûsê hatin qetilkirin, li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê ya Kampusa Girtîgeha Tipa T a Hîlwanê pêk hat. Xizmên ciwanên ku hatin qetilkirin, rêveber û parlamenterên HDP'ê, Wekila Serokên Giştî yê ESP'ê Fadime Çelebi, endamên MYK'a SGDF'ê û gelek kesên din di danişînê de amade bû. Dîsa parêzerên malatan jî li salonê amade bûn. Polîsan li dora girtîgehê tedbîrên mezin girtin. Xizmên ciwanên ku hatin kuştin û nûneren saziyên civakî ku bi maşîneyên xwe hatin Rihayê, di lêgerînê re hatin derbaskirin. Malbat piştî demek dirêj di lêgerînê re derbas bûn ketin salonê. Rojnamegerên ku xwestin dozê bişopînin jî destûr nedan ku telefonên xwe texin hundirê salonê. 
 
Piştî danişînê dest pê kir, parastin hatin kirin. Bersûcê komkujiya 33 ciwanan Yakup Şahin ji girtîgeha lê tê girtin bi riya pergala SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Bavê Ugur Ozkan ê di êrîşê de jiyana xwe ji dest da Mehmet Ozkan, berê xwe da Yakup Şahin û got: "Ez ji Yakup Şahin dipirsim. Wîcdanê te rehet e. Şeva ku we ev komkujî pêk anî, tu bi rehetî raza? Bersûc Yakup Şahin jî bersîva “Erê wîcdanê min rehet e. Ji ber ku min tiştek nekiriye. Ez bi şev rehet radizêm. Dema malbatan bertek nîşanî şahîn dan, heyeta dadgehê xwest Şahin bêdeng bibe." 
 
Mexdûr Erkan Keskin ku di bûyerê de birîndar bû jî got: "Ez dixwazin ev doz bibe mînak ji bo komkujiyên girseyî û cemaweriyê û bersûc bên cezakirin." 
 
Bavê Çagdaş Aydin ê jiyana xwe ji dest da, Fethi Aydin jî xwest bersûc Yakup Şahin bînin salona danişînê û li salonê bê darizandin. Aydin, anî ziman ku êdî ev welat bi vî rengî bi rêve naçe. Hevsera Cemîl Yildiz ê jiyana xwe ji dest da Sultan Yıldız jî got ”6’danişin derbas bûn, lê encam tune ye. Ger ku Yakup Şahin wêrek bû komkujiyê bike bila bê salonê." Şemsa Yurtgul ku kurê xwe winda kir jî got: "Ez zêde tirkî nizanim. Dewletê zimanê min qedexe kiriye. Lê heviya min ji xwedê êşa min jiya bila ew jî bijîn." 
 
Birayê Çagdaş Aydin Yoldaş Aydin jî anî ziman ku xwerebûna rastiyê zor e û wiha got: "Lê ger ku em bi rastiya xwe re neyên rûqali hev, rojên dijwartir li pêş me ne. Em tu carî dest ji vê dozê bernadin. Em dê heta dawî şopdarê vê yekê bin. " 
 
Parêzerê malatan Ruken Gulagaci, jî diyar kir ku di danişîna 6'emîn de jî pêşketin tune û wiha got: "Me di her danişînê de xwest dîmen û belgeyên cihê bûyerê li dosyayê bê zêdekirin. Di vê dosyayê de daxwaza edaletê ya civakê heye. Ne tenê daxawzên malbatan in. Em dîsa daxwazên xwe dubare dikin. Em dixwazin Yakup Şahin li salonê amade bibe. Prz Serdîl Îzol jî ani ziman ku daxwaza wan li gorî pîvanê hiqûqê ye, xwest Yakup Şahîn li salonê amade bibe." 
 
GER KU RÊ LI PÊŞ NEYÊ GIRTIN DÊ WELAT BIBE GOLA XWÎNÊ
 
Parêzer Sevda Çelik Ozbîngol jî parastin kir û got: "Bi taybetî komkujiya ku aştiya civakî li welatê me tune bike, pêk anîn. Ger ku rê li pêş vê yekê neyê girtin dê welat bibe gola xwinê. Aliyê siyasî yê vê dosyayê ji aliyê hiqûqê girantir e. 3 salin mexdûr sûcdar tên dîtin. Parêzer mexdûr in. Ger ku li salona danişînê edalet pêk bê, dê xizmeta aştiya civakî bike. 
Piştî parastina parêzeran heyetê mafê axaftinê da Yakup Şahin û Şahîn wiha got: "Mirov ne dijminê min in, ez jî ne dijminê wan im. Her kes dibêjin dewletê ev sûc kiriye. Ger ku dewletê wisa kiribe dewletê sûcdar bikin. Min cezayê herî giran girtiye. Ez beraeta xwe dixwazim." 
 
Heyetê doz taloqî 22'ê Mijdarê kir. 
 
Malbatan xwest piştî danişînê li hewşa kampusê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê bi sedema teqez biryara Walîtiyê heye ku daxuyanî neyê dayîn destur nedan. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

01/09/2018
11:38 Ceyran û xaza xwezayî dîsa zem kirin
11:18 Eskeran Qereqola Geyiksuyu: Dê di Îlonê de gelek gund bên valakirin
10:14 Hevalê Ocalan ê salên xwendekariyê Ayhan: Tirkiye tê tecrîdkirin
10:13 Rewşa Rojnameger Duran bi wezîran re axivî
09:36 Komên çekdar bi hevkariya ENKS'ê talan dikin
09:10 Weşanxaneya Sîtavê 8 pirtûkên din jî çap kirin
09:10 ‘Wekî Cerattepeyê Dersimê jî ji bo rantê ji mirovan xalî dikin'
09:09 Wekîlên HDP'î: Eger li dij neyê derketin dê faşîzm sînoran nas neke
09:08 Wekîlên HDP'î: Di 2'yê Îlonê de em mil bidin hevdû
09:07 Çapemeniyê endamê rêxistinê nîşanda, lê derket holê ji ber CD'ya muzîkê ye
09:00 ROJEVA 1'Ê ÎLONA 2018'AN
31/08/2018
18:22 Qada Galatsarayê bi bariyeran hat girtin
15:36 Kurtulan banga mitîngê kir: Aştiya Tirkiyeyê tê tecrîdkirin
15:16 Cenazeyê wî jî ji lêpirsînê xelas nebû
14:58 Cenazeyê karkerê fetisî hat dîtin
14:58 Ji girtiyên jin re name şandin
14:25 ÎHD û TÎHV: Çalakiyên Dayikên Şemiyê nayên qedexekirin
14:23 Li Mêrsînê panela 1’ê Îlonê û li Wanê jî gel vexwendin mitînga Amedê
14:04 Li Dersimê 31 herêm hatin qedexekirin
13:53 Dayikên Şemiyê randevû ji Erdogan xwestin
13:34 Kurtulan: Hemû nirxîn etîk ên AKP’ê riziyan e
13:33 Destûra mîtînga 1'ê îlonê ya Bakirkoyê ji Walîtiyê derket
13:19 Li Bedlîsê şewat
13:18 Li Nisêbînê teqîn
12:57 Dadgehê Wezareta Karên Hundir mahkûm kir ku tazmînatê bide Lîsa Çalan
12:32 Bernameya Mîtînga Aştiyê diyar bû
12:12 Hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê bi kuştin, darbe, OHAL û kirîza aborî bersvandin
11:44 2 esker li Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest dan
10:14 Meclîsê pêşniyarpirsa der barê şertên rojnamevanên girtî de ne eciband!
10:11 Nûnerên gelan: Yê li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne li Îmraliyê ye
09:21 Parêzer Çelîk: Pêkanînên li girtîgehan wêneyê Tirkiyeyê ye
09:08 Ji bo mîtînga li Qada Îstasyonê bang kirin
09:07 ‘Li Dersimê polîtîkayê xalîkirina ji mirovan cara sêyem di dewrê de ye'
09:07 Lîsteya protokolê ya Dersimê: AKP, CHP û MHP hene, lê HDP tune ye
09:06 Parêzvanên mafên mirovan: Helwesta êrîşkar kiryaran diparêze
09:05 Koçyîgît: Em li qadên 1'ê Îlonê li benda herkesî ne
09:00 ROJEVA 31'Ê TEBAXA 2018'AN
08:26 Rejîma Îranê roja darvekirina Penahî ragihand
30/08/2018
20:25 Li Amedê ji bo 1'ê Îlonê belavok hatin belavkirin
17:44 Cûdî dîsa dişewite
17:38 ‘Çekirina cemxaneyê dê Munzurê tune bike’
17:29 Rewşa girtiyê nexweş Saîd Yildirim giran û nebaş dibe
16:58 ‘Ji bo dawî li şer were em li Qada Îstasyonê bin’
16:39 Qeyûm tayînî Şaredariya Komurê hat kirin
16:36 Dîsa destûra heyeta HDP’ê nedan biçe şîna Koçer Ozdal
16:05 Rêxistina Efûyê: Divê mafê çalakiya Dayikên Şemiyê bê mîsogerkirin
15:52 Li Êlihê banga mitînga 1’ê Îlonê hat kirin
14:35 Dengbêj Mecîdê Silêman koça dawî kir
14:14 ÎHD: Dayikên Şemiyê wê dev ji lêgerîna windayan bernedin
13:28 Jin: Li dijî rêveberiya zordar dakevin Bakirkoyê
13:25 Zaroka bi ceryanê ve zeliqî jiyana xwe ji dest da
13:25 Qeyyûmê Amedê otobusên şaredariyê kirin amûra propagandaya AKP’ê
13:15 Li çoltera Elkê operasyona eskerî berfireh dibe
12:27 ‘Kîjan dayik naxwaze zarokên xwe bibine?'
12:13 Rêveberê HDP'î û birayê wî hatin binçavkirin
12:03 Li Amedê banga beşdariya mitînga aştiyê hat kirin
11:50 Parêzerên Ocalan cara 783’yemîn serî li dozgeriyê dan
11:42 Wekîlên tên astengkirin: Em ê ji Waliyê Mûşê hesab bipirsin
11:31 Waliyê Mûşê ji bo HDP’î neçin şîna Koçer Ozdal herêma qedexe îlan kir
11:15 Firat: Ocalan ji hemû rêberan bêtir ji bo aştiyê têkoşiya
11:06 ‘Baweriya me dişewite deng bidin Dersimê’
10:14 Wekîla HDP'ê Dundar: Soylu xwedî li Çîller û Agar derket
10:13 JÎTEM, bi navê JÎT vegeriya
09:42 Tirkiye lez dan xebatên vekirina fakulteyan ên li Sûriyeyê
09:14 ‘Dixwazin şaredariyan bi xwe ve girêbidin'
09:13 Ciwanên HDP'ê ji bo bîranîna Firat Yaman tûrnûvaya fûtbolê lidar dixin
09:13 Temellî: Divê em rê li pêş îktîdara xwe bi şer xwedî dike bigirin
09:11 Şewata daristanên li Dersimê gelo ji bo madenê ye?
09:10 Tomerîfiroşên li Merterê jî 'stop' kirin: Rojên xirab li benda me ne
09:09 'Helbet em ê rojekê aştiyê bînin vî welatî'
09:00 ROJEVA 30'YÊ TEBAXA 2018'AN
29/08/2018
16:13 Bulbul: Li Dersimê ‘Qanûna Tuncelî’ tê nûjenkirin
15:20 Li kêleka rêya Cizîr û Hezexê bi hektaran qad şewitî
14:47 ‘Bi lez mûçê xizmetkarên tenduristiyê bidin wan'
14:37 Di daweta gotin ‘Eşîr xwedî li TL derketin’ de derew derket
13:14 Almanya Peykerê Erdogan rakir
12:41 Esker zorê li gundiyên Dersîmê dikin: Gundê xwe vala bikin
12:39 Destûr nadin şîna Koçer Ozdal were danîn
12:18 Destûra mitînga aştiyê ya li Qada Îstasyonê hat dayîn
11:58 ‘Divê hekîm û eskerê kelepçe xistin destê Ozdal bên darizandin'
11:57 Wekîlên HDP’ê: Dixwazin li Dersimê jiyan û xwezayê tune bikin
11:27 Ondeş: Mijara ‘Yek hesab' biryarek siyasî ye
10:15 Di mehekê de14 zarok li Rihayê xeniqîn
10:15 Baweriya eşîr û cematan ji AKP’ê nemaye
09:54 Denîz Turkalî: Bavê min wekî nivîskarekî tirk di dilê kurdan de cih girt
09:18 Wezareta xezînê Turk Telekom dewrî bankayan kir
09:13 Dozgeriyê der barê mirina Besna Ziriga 55 salî de biryara neşopandinê da
09:12 HDP dê ji bo hilbijartina herêmî ji bo îtifaqeke civakiyî tev bigere
09:11 Ji ber broşura nivîsand înfaza wê hat şewitandin
09:10 Hunermendên li Mêrsînê dê pêşangeha 'Koçberî û Eref'ê li dar bixin
09:10 'Eger gorek me hebûna, em ê neçûna Qada Galatasarayê'
09:09 ‘Ji bo aştiyê em di 2'yê Îlonê de li Bakirkoyê li benda herkesî ne'
09:00 ROJEVA 29'Ê TEBAXA 2018'AN
28/08/2018
22:11 Li gundê Cixê yê Dersimê agir bi daristanê ket
21:35 Siyasetmedaran gel vexwand mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê
17:52 Heyeta HDP’ê: Bi astengkirina dixwazin ser rastiyê binixumînin
17:47 HDP: Hemû kesên bi wîcdan divê li hemberî vê mirinê bêdeng nemînin
17:15 Ji bo cenazeyê zarokê xwe werbigirin serî li dozgeriyê dan
16:59 Bersûcê Pirsûsê Şahîn: Her kes dibêjin dewletê kiriye
16:37 Cenazeyê Ozdal veşartin lê destûra konê şînê nehat dayîn