MÛŞ – Girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê jiyana xwe ji dest da bi beşdariya malbatê tenê hat veşartin. Hat zanîn ku eskeran destûr nedaye li gund konê şînê bê vekirin.
Cenazeyê girtiyê nexweşîna penceşêrê Koçer Ozdal ê li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dest û ling kelepçekirî jiyana xwe ji dest da li gundê Kêrs ê girêdayî navçeya Gumgimê ya Mûşê hat veşartin. Li gundê Înakê ya bi ser navçeyê ve polîs û leşker ketin pêşiya konvoya cenaze û destûr nedan parlamenterên HDP’ê û welatî tev li merasîma Ozdal bibin. Destûra beşdariya merasîmê ya malbatê tenê hat dayîn.
Hat zanîn ku piştî merasîma cenaze leşkeran ji bo malbat konê şînê venede zextê li malbatê kiriye. Ji serê sibê ve parlamenterên HDP’ê li nokteya lêgerînê hatin sekinandin. Leşkeran destûr neda parlamenter û welatî tev li merasîmê bibin.
Parlamenterên HDP’ê yên Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît, Şevîn Coşkun û Mensûr Işik, parlamenterê HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, hevserok û rêveberên rêxistinên HDP û DBP’ê yên Mûş û Wanê , welatî û xizmên Ozdal ên xwestin biçin gund hatin astengkirin. Eskeran ji heyetê re got “fermana walîtiyê heye” û bi vê hincetê destûra heyetê nehat dayîn. Esker û HDP’iyan bê navber li ser mijarê nîqaş kirin.
Piştî nîqaşên dûr û dirêj eskeran tenê destûra çûyîna gund a hin xizmên Ozdal ên ji bajarên cuda hatibûn da. HDP’yên çûyîna wan a gund hat astengkirn vegeriyan navenda navçeyê.