COLEMÊRG - Danişîna doza cerdevanên bersûc Îsa E. û Sedat E. yên li dijî 2 xwişkan îstîsmara zayendî pêk anîn, li Gevere hat dîtin. Parêzerê bersûcan parast ku bersûc ê cerdevan Sedat E. pirsgirêka nemêriyê dijî. Parêzerê xwişkên mexdûr jî bertek nîşan da û got: "Jinek ku zarok ji ber diçe çawa dibe îstîsmarkarê wê nemêr e."
Li navçeya Geverê ya Colamêrgê 2 xwişkên hev bi salan rasti îstîsmara zayendî ya pismanên xwe yên cerdevan Îsa E. û Sedat E. hatin. Danişina doza bersûcên îstîsmarê li Dadgeha Cezayên Giran a Geverê hat dîtin. Di danişînê de dayika 2 xwişkên rastî îstîsmarê hatin N.E., Parlanenterê HDP'ê yê Colemêrgê Said Dede û parêzer Harika Gunay Karataş beşdarî danişînê bûn. Bersûc Sedat E. ku girtî tê darizandin jî ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê bi riya SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bibin. Piştî danişinê dest pê kir, bersûc Sedat E. parastin kir. Bersûc Sedat E., sûcê xwe red kir û got: "D.E., wekî xwişka min e. Ez nikarim tiştekî wisa bikim. "
DAYIK: GEF LI KEÇÊN MIN XWARIN
Dayika xwişkan N.E., jî parastin kir û got: "Ji ber Îsa û Sedat E. gef li keçên min xwarin, ji tirsan tiştek ji min re negotin. Ez her tiştî li Qereqolê fer bûm. Keça min hêj 10 salî bû rastî îstîsmarê haet. Ev malbata tiyê min in. Tu pirsgirêka min û wan a xwînîtiyê bi hevre tune ye. Ji ber gotin 'Tu bêje em dê birayê te bikujin' keçê min tiştek bi mere parve nekirin. Hemû tiştê pêk hatiye xwişka Sedat S.E. dizane. Ew bûye şahidê her tiştî. Sedat çiqas înkar bike bila bike ew berpirsiyar e û ez dixwazim bê cezakirin."
PARÊZERÊ BERSÛC: NEMÊR E
Parêzerê
Piştî axaftina dayikê Parêzerê bersûcan Ridvan Kurt parastin kir û parast ku bersûc nemêr in.
Parêzerê malbatê Harika Karataş jî bertek nîşanî parêzerê bersûcan da û got: "Çawa dibe ku jina ducanî zarok ji ber biçe îstîsmarkarê wê nemêr bibe. Ne pêkan e îstiskarkar nemêr be. Prz. Karataş xwest bersûc girtî bê darizandin. Heyeta dadgehê jiî bi sedema ku li îfadeya xwişka Sedat E. S.E. guhdar bikin danişîn taloqî 8'ê Mijdarê kir.
HDP: EM DÊ ŞOPDARÊ DOZÊ BIN
Malbat, parêzer û wekîlan li ber edliyê dawuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Sait Dede jî bertek nîşanî bûyerê da û anî ziman ku wekî HDP dê şopdarê dozê bin. Prz. Harika Gunay Karataş jî anî ziman ku ev bûyer encama pergala civaka baviksalariya serdest e û necezakirina van bersûcan rê li pêş van bûyeran vedike.