DERSÎM - Waliyê Tuncelî Tuncay Sonel ku mudaxaleyî şewata daristana herêma Dersîmê nake, li ser hesabê medya civakî diyar kir ku wêne û nûçe rastiyê venabêjin. Wekilê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bilgen jî bertek nîşanî walî da û got: “Daxuyaniyek wisa ne heddê Walî ye."
Li gelek herêmên Dersimê şewata daristanan didome. Piştî operasyonên eskerî li herêmên daristanê şewat derdikevin. Herî dawî di encama bombebaran û topbarana helîkopteran de dîsa şewat derketibû û 3 rojin şewat didome. Heyeta HDP'ê ji bo li herêmê lêkolîn bikin hatin Dersîmê. Piştî heyeta HDP'ê çû Dersimê Waliye Tuncelî Tuncay Sonel, li ser hesabê medya civakî daxuyanî da û diyar kir ku wêne û nûçeyên der barê şewatê de rastiyê nîşan nade. Piştî daxuyaniya Walî, HDP'ê berter nîşan da. Wekilê Serokê Koma HDP’ê Ayhan Bilgen jî bertek nîşanî walî da û got: “Daxuyaniyek wisa ne heddê Walî ye. Em li ser daxwaza gel hatine vir. Ne hedê walî ye ku daxuyaniyek wisa bide. Em nirx, çand û xwezaya gel diparêzin. Divê berê walî şawata daristanê ya herî mezin qebûl bike. Bila piştre daxuyaniyê bide.
Heyetê piştî esnaf ziyaret kirin çûn herêma şewata Daristanê.