STENBOL - Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Sultangazî ya Stenbolê Îsmail Aktaş, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" girtin û şandin girtîgehê.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratik (DBP) yê Navçeya Sultangazî ya Stenbolê Îsmail Aktaş ku di 25'ê Tebaxê de hat binçavkirin, hat girtin. Aktaş ê 2 rojan li Qereqola Sultangazî di bin çavan de hat girtin, sewqî edliyê kirin. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" der barê Aktaş de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Metrisê ya Stenbolê.