ÎZMÎR – Li taxa Kadîfekale ya Îzmîrê 3 meh in bi hinceta boriyên avê tê nûkirin av tê qûtkirin. Şêniyên taxê nikarin pêdiviyên xwe rojane pêk bînin û gotin qûtkirina avê bi qestî pêk tê.
Li taxa Kadîfekale ya navçeya Konak a Îzmîrê ji meha gulanê ve heta niha av tê qûtkirin. Miduriyeta Giştî ya Karê Avê ya Şaredariya Îzmîrê (ÎZSU) di 7’ê adarê de daxuyanî dabû û gotibû dê boriyên avê yên şebekeya avê yên taxê bên nûkirin. Tevî ku meh di ser de derbas bûn lê hêj karê nûjenkirina boriyan xelas nebûye. Şêniyên taxê gotin qûtkirina avê bi zanebûn pêk tê û li dijî şaredariya Îzmîrê nerazîbûn nîşandan.
'BI QESTÎ AVA ME QÛT DIKIN’
Leyla Kaygisiz a li taxê dijî anî ziman ku bi mehan e mexduriyeta avê dijîn û her çiqas rayedaran got dê ev pirsgirêk di demek nû de çareser bibe jî lê bes hêj ava wan tê qûtkirin. Kaygisiz got qûtkirina ava wan bi qestî pêk tê û ji bo ew ji taxê biçin vê yekê bi serê wan de tînin. Kaygisiz diyar kir ku li gel ava wan nîne jî lê fatûreya avê didin razandin û rojane neçarin ji ber av nîne bi bihayê 10 lîreyan avê bikirin. Kaygisiz destnîşan kir ku şeradariyê wan mexdûr kir û got: “Edeta li zilmê dikin. Ji ber bê aviyê em pirsgirêka paqijiyê jî dijîn. Divê demildest çareyek ji halê me re bê dîtin.”