STENBOL - Huseyîn Ocak, kekê Hasan Ocak ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû der barê wî de daxuyanî dabû, bersiva daxuyaniya Soylû da û got: "Lêkolînên li cihê bûyerê, delîlên hatine berhevkirin nîşan dide ku kî kiriye. herî zêde delîl di doza Hasan Ocak de hene. Dadgehkirin jî didome."
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû, çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê qedexe kiribû û der barê qedexekirina çalakiyê de daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de îdia kir ku Hasan Ocak di nav rêxistinê de hatiye înfazkirin. Huseyîn Ocak, kekê Hasan Ocak bertek nîşanî daxuyaniya Soylû da û diyar kir ku tu rastiya gotinên Soylû tune ye.
‘MAMOSTEYÊ SOYLÛ AGAR E'
Ocak, bilêv kir ku ên dewletê bi rê ve dibin peywira xwe bic ih nayînin. Ocak, bi bîr xist ku ew di sala 2011'an de tev li civîna ku Erdogan bi wan re kiribû bibû û di civînê de ji bo dîtina windayan soz hatibû dayîn. Ocak, bertek nîşanî daxuyaniya Soylû da û got: "Mamosteyê Soylû Mehmet Agar e. Gotinên wî dûrî rastiyê ne. Gotiye Hasan endamê rêxistinê ye û ji aliyê rêxistinê ve hatiye kuştin Eger tiştekî wisa hebe bila derxin holê. Lêkolînên li cihê bûyerê, delîlên hatine berhevkirin nîşan dide ku kî kiriye. herî zêde delîl di doza Hasan Ocak de hene. Dadgehkirin jî didome. Dibêje dema li Emînonu digeriya winda bû. Piştî li Aksarayê tê binçavkirin tê windakirin. Derewan dike."
‘EGER BELGEYEKE BI VÎ RENGÎ HEBE BILA DERXÎNE HOLÊ'
Ocak, bilêv kir ku daxuyaniya Wezîr Soylû daxuyaniyeke xeşîmî ye û got: "Eger belgeyeke bi vî rengî hebe bila derxîne holê. Jixwe dosye hîn jî didome. Eger tiştên dibê rat bin bila berpêşî dadgehê bike. Daxuyaniyeke bêtalih e. Em li pêyî heqîqetê ne. 23 sal in em vê tînin ziman û em ê bînin ziman. 700 hefte ye em li Qada Galtasarayê dengê xwe radigihînin. Dixwazin bi mudaxileya polîsan, bi daxuyaniyên derew, bi şidetê ser vê yekê bigirin. Lê em ê bi heman daxwazan li wê qadê bin."
‘XIZMÊN ME HATIN KUŞTIN ŞAHID HENE'
Mikaîl Kirbayir jî bi bîr xist ku derket holê ku Cemîl Kirbaryir di bin çavan de hatiye kuştin û got: "Li xwe mikur hatin ku wan wî winda kiriye. Lê niha Wezîr Soylû daxuyaniyê dide. Hin kes van kesan bi kar tîne. Em ne ji hêla hin kesan tên bikaranîn ne jî kesî bi kar tînin. Em dozdar in. Em dozdarê dewletê ne. Me got hestiyên birayên me, xizmên me bidin me. Tu hem birayê me winda bike, hem tu yê heqaret bikî. Pêşî tu bersiva pirsa min bide. Birayê min li kuderê ye? Tu dixwazî bi awayekî neyekser van mirovan tawanbar bikî, lê bi vê re tu xwe jî deşîfre dikî. Ev mirov di zîmmeta de ne. Ne mirin. Hatin kuştin. Yanî dema di destê dewletê de bûn hatin kuştin. Ev îspatkiriye. Şahid hene. Em vê dizanin. Kiryaran bibînin û wan bidarizînin. Der barê vana de te çi kiriye? Di warê hiqûqî de te çi kiriye? Pêşî bersiva van pirsan bide."
Kirbayir, bilêv kir ku tenê ew li Qada Galtasarayê derdê xwe tînin ziman û got: "Eger bikujin jî em ê biçin wê qadê. Çimkî wekî din cihekî ku pê de biçin tune ye. Qada Galatsarayê ji bo min kabe ye. Wekî ku Cemîl li wira be. Eger hêza te hebe tu yê min jî bikujî. Ez ê jî ji te xelas bibim tu yê jî ji min. Lê tu nikarî vê êşê bi min bidî kişandin. Peywira te ne ew e ku tu êşê bi min bidî kişandin. Min hemû berpirsiyariyên xwe yên qanûna bingehîn bi cih anîne. Ma te ji bo min çi kiriye? Ev ji bo me heqaret in. Ji heqaretê wêdetir ez pê diêşim."
MA / Melike Ceyhan - Servet Karaduman