STENBOL – Ji parlementerên HDP'ê Garo Paylan ku di çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê de nehişt polîs Arat Dînk binçav bikin got: "Li wir ez ne Garo Paylan bûm. Em hemû neferên wê têkoşînê bûn û em li dor hev bûn xelek û ji bo hevalên me neyên binçavkirin em têkoşiyan."
Bi fermana Wezîrê Karên Navxweyî çalakiya hefteya 700'emîn a Dayikên Şemiyê hatibû astengkirin û dema Dayikên Şemiyê hatin Qada Galatasarayê polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û gelek kes binçavkirin. Di wê kêliyê de dema polîsan hewl da Arat Dînk, kurê Hrant Dînk, binçav bikin gelek kes li dor wî bûn xelek û nehiştin polîsa wî binçav bikin. Yek ji wan kesan jî Parlementerê HDP'ê yê Amedê Garo Paylan bû. Paylan behsa wê kêliyê kir.
‘700 HEFTE YE EM VÎ AWAYÎ LI DOR HEV BÛNA XELEK'
Paylan got: "700 hefte ye ev têkoşîn bi vî awayî didome. Mirovên xwedî wijdan ê vî welatî bêyî li nasnameya mirovan binerin di nav têkoşîna dayikên me yî li hestiyên zarokên xwe digerin û doza edaletê dikin de cih digirin. Di wê kêliyê de em li dor hev bûn xelek. Ev kêlî jî ji aliyê Vedat Arik ve hat kişandin."
‘LI WIR EZ NE GARO PAYLAN BÛM'
Paylan got: "Wê rojê li hemberî polîsên ku bi awayekî dijwar tev digeriyan me li ber xwe da. Gelek caran mudaxileyî mirovên me kirin. Ji bo careke din mudaxileyî wan nekin em li dor wan bûn xelek.."
Paylan hestên di wê kêliyê de lê peyda bûn wiha anî ziman: "Wê kêliyê ji bo kesek me ji me jî neyê binçavkirin, em têkoşiyan. Wê kêliyê yek ji me jî ne parlementer bû. Li wira ez ne Garo Paylan bûm, Ahmet Şik, Huda Kaya tune bûn. Em hemû neferên wê têkoşînê bûn û em li dor hev bûn xelek û ji bo hevalên me neyên binçavkirin em têkoşiyan. Her wiha dema me bigirtana, dê ew TOMA dewam bikirana û mudaxileyî gel bikirana. Ji bo ev yek pêk neyê em bûn sîper."
'EM Ê LI DIJÎ VÊ XERABIYÊ BITÊKOŞIN'
Paylan, ji bo gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku ji bo Dayikên Şemiyê gotibû jî got: "Daxuyaniya Soylû nîşan dide ku dê di hefteya 701'emîn de jî destûr neyê dayîn. Lê em ê dîsa li wir bin. Em naxwazin daxwaza dayikên me ya ji bo edaletê bê krîmînalîzekirin û dîmeneke wisa kirêt derkeve holê. Em naxwazin gazê bavêjin ser dayikên me û bên binçavkirin. Lê belê êdî em bi îktîdareke ku êdî aqlê dewletê jî pê re nemaye rû bi rû ne. Em ê li dijî vê xirabiyê bitêkoşin. Dayikên me bêjin çi em ê wê bikin. Eger dayikên me biryar bidin û li wir rûnên, em ê jî li cem wan bin."
Paylan ji bo beşdarbûyîna û destekê bang li her kesî kir ku li cem dayikan cih bigirin.
MA / Muhammet Doğru