RIHA - Rojnamevan Erdogan Alayûmat ku tevî Apê Koçer (Koçer Ozdal) ku li Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê tevî kelemçeyan jiyana xwe ji dest da di girtîgehê de ma, behsa Ozdal kir. Alayûmat got: "Di hucreyê de jî em kêfxweş dikirin."
Koçer Ozdalê 62 salî ku 4 salan di girtîgehê de ma, ji ber pençeşêrê mir. Di sala 2015'an de li OZdal û kurê wî Savci Ozdal cezayê muebeta giran hat birîn. Ozdal di sala 2016'an de tevî kurê xwe ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê hatin sewqkirin. Kurê wî şandin Girtîgeha Tîpa E ya Tokatê û wî jî şandin Girtîgeha Tîpa T a Bafraya Samsûnê.
Nûçegihanê me Erdogan Alayûmat ku li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê tevî Koçer Ozdal di heman girtîgehê de ma, behsa Koçer Ozdal kir.
'DI ŞERT Û MERCÊN ZEHMET DE TEV DIGERIYA'
Alayûmat ji bo Ozdal got: "Dikaribû me ciwanan ji bêrîka xwe derxîne. Dibe ku di warê fizîkî de extiyar bû, lê hevalekî me yê ruhê wî ciwan bû. Tu carî min nedît ku mahdê xwe tirş kiriye. Rûyê wî tim li ken bû û hevalên li girtîgehê kêfxweş dikir." Alayûmat, bilêv kir ku di şert û mercên biritûbet ên girtîgehê de jî tim tev digeriya û got: "Her sibeh hemû heval li dor diciviyan û paşê me bi gogê dilîst. Lê belê her çend temendirêj bû jî, lê wek pola bû. Ozdal nedihişt kes rûnê û hevalên tev li çalakiyên sporê û yên din nedibûn rexne dikir."
‘APÊ KOÇERÊ GIRTÎGEHÊ BÛ'
Alayûmat diyar kir ku ew Ozdal di heman qawîşê de bûn. Alayûmat, diyar kir ku Ozdal nedihişt moralê tu kesî xirab bibe û got: "Ew, Apê Koçerê girtîgehê bû. Tu hevalên li qawîşê nizanibûn paşnavê wî. Herkes jê re digot Apê Koçer. Ji ber ku herkesî wisa digot êdî îdareya girtîgehê jî jê re digot Apê Koçer. Ne deh sal, mirov dikaribû sed salî tevî wî di girtîgehê de bimîne."
‘DI HUCEREYÊ DE JÎ EM KÊFXWEŞ DIKIRIN'
Alayûmat, diyar kir ku piştî cezayê Ozdal tê erêkirin wî dixin hucreyê û got: "Dema me bihîst cezayê Apê Koçer hatiye erêkirin, qawîş hemû bêdeng bû. Kesî tiştek endigot. Lê di vê atmosferê de jî dîsa Apê Koçer bi hawariya me de hat. Bi moralê xwe ew atmosfera reşbîn belawela kir. Dema me ew bi rê kir, gotina wî ay dawî di bîra min de ma. Dema ji derî derket li me zîvirî û got 'Aha, îjar niha min dibin zindanê.' Me tim pêwendî pê re datanî. Di hucreyê de jî em kêfxweş dikirin."
BI TENA SERÊ XWE 2 SALAN DI HUCREYÊ DE MA
Alayûmat, diyar kir ku piştî Ozdal xistin hucreyê, bi tena serê xwe 2 salan di hucreyê de ma û ji ber xwendin û nivîsandina wî tune bû û nikaribû pêdiviyên xwe bi cih bîne, lê belê îdareya girtîgehê ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî û revîrê ragihîne daxwazname lê ferz dikirin. Alayûmat, diyar kir ku Ozdal xwestiye wî sewqî Girtîgeha Tokatê cem kurê wî bikin, lê belê ji ber ku xwendin û nivîsandina wî tune bû wî ev daxwaz bi devkî gotiye, lê belê nehatiye qebûlkirin.
‘HETA DEMEKE DIRÊJ NEHAT TEDAWÎKIRIN'
Alayûmat got: "Heta di hucreyê de bû, dema wî dibirin revîrê tenê hebên êşbiriyê û antîbiyotîk didanê û ew dişandin hucreyê. Di hucreyê de nexweşîna wîg iranbû û dema êdî nikaribû bi tena serê xwe biçe tuwaletê, ew sewqî nexweşxaneyê kirin. Li enxweşxaneyê teşhîsa pençeşêra mesaneyê lê danîn û li wir hat hînbûn ku gurçikên wî jî îflas kirine. Dema pençeşêr li tevahiya bedena wî belav bû, Ozdal li girtîgehê hat emeliyatkirin, lê belê piştî emeliyatê kes tune bû lê binere. Piştî hevalên girtî bi îdareyê re hevdîtin çêkirin ew anîn qawîşê. Piştî ew anîn qawîşê, Ozdal her roj bi diyalîzê ve girêdan û piştî nexweşîna wî girantir bû ew sewqî Nexweşxaneya Nimûne ya Enqereyê kirin."
Piştî ew sewqî nexweşxaneyê kirin, bi hinceta 'odeya mehkûman tune ye' nehat etdawîkirin. Bêyî mudaxile Ozdal bi hefteyan li nexweşxaneyê ma û çend roj berê ew xistin ûnîteya beşa lezgîn û dest bi tedawiya wî hat kirin. Ozdal bi pêkanînên dermirovî re rû bi rû ma. Destûra kesî nehat dyaîn ku têkeve odeya lê dime û heta dozger destûr neda malbata wî nikaribû têkeve odeya wî. her wiha bi ser de dest û piyên Ozdal bi nivînê hatin kelemçekirin û bi vî awayî çavê xwe li jiyanê girt."