Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in

img
STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî daxuyaniyên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû da û got: "Me qet ew qad îstismar nekir. Me tu kesî nexapand. Ên tên îstismarkirin û xapandin em in. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn." 
 
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû têkildarî qedexekirina çalakiya hefteya 7000'emîn a Dayikên Şemiyê gotibû: "Ma li ber îstismarkirina dayikan a ji aliyê rêxistina terorî, me xwe li neditinê daniya?.." Hevserokên giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bertek nîşanî daxuyaniya Soylû dan. 
 
‘EW QAD ZEMÎNA LÊGERÎNA LI EDALETÊ YE' 
 
Bûldan bilêv kir ku wekî dayikeke şemiyê, 23 sal in ew wê qadê wekî qada lêgerîna ji bo edaletê dibîne û got: "Ji dema ku kiryarên nediyar bi awayekî zêde li Tirkiyeyê rû dan heta niha çalakiya Dayikên Şemiyê bi awayekî mafdar û rewa li Qada Gaşatasarayê didome. Lê belê çalakiya wan a hefteya 700'emîn bi fermana Wezareta Karên navxweyî hat astengkirin û mudaxileyî çalakiyê hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin. Lê belê tevî hemû mudaxile û binçavkirinan jî eger em li wê qadê rûniştibin, nexwe ew qad zemîna qîrîna me û lêgerîna me ya ji bo edaletê ye. Ew qad ji bo me tê vê wateyê." 
 
‘EM Ê QADÊ NETERIKÎNIN' 
 
Bûldan, destnîşan kir ku Tirkiye welatekî ku bi awayekî zêde kiryarên endiyar û înfazên bêdaraz lê diqewmin û hîn jî ev pêvajo didome. Bûldan got: "Li vî welatî dosyeyên nehatine vekirin, kujerên nehatine darizandin û windayên nehatine dîtin hene. Loma, heta em windayên xwe bibînin, heta kiryar neyên darizandin em ê Qada Galatasarayê neterikînin. Ev daxwazeke mafdar û rewa ye. Îktîdar û hikûmetên li ser dar mecbûr in scên berê hatine kirin çareser bikin û bibînin." 
 
‘YÊN TÊN ÎSTISMARKIRIN Û XAPANDIN EM IN' 
 
Bûldan destnîşan kir ku civak û dewleteke ku bi »aşeroja xwe re hevrû nebe, qethiyen dê demokrasiyê pêk neyîne. Bûldan bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û got: "Demokrasî ancax bidîtina windayan û bidawîbûna kiryarên nediyar dikare pêk bê. Loma ez daxuyaniya Wezîrê Karên navxweyî ya ku îro da watedar nabînim. Me qet ew qad îstismar nekir. Me tu kesî nexapand. Ên tên îstismarkirin û xapandin em in. Sozên hatin dayîn bi cih neanîn. Serokomarê niha û serokwezîrê wê demê Erdogan soz dabû Dayika Berfo. Em dixwazin wî sozî bi bîr bînin. Serokwezîrê wê demê gotibû 'Em ê wan windayan bibînin, em ê hestiyên kurê te bidin te.' Lê belê Dayika Berfo bêyî ku kurê xwe bibînin mir. Em vê rewşa ku bi tu awayî nayê qebûlkirin em jî qebûl nakin." 
 
‘BILA KES DI VÎ WARÎ DE ASTENGIYAN NEDE BER ME' 
 
Bûldan, diyar kir ku wekî her hefteyê ew ê di hefteya 701'emîn de jî çalakiya xwe li dar bixin û got: "Bila kes di vî warî de astengiyan nede ber me. Em dayik wijdanên vî welatî ne. Divê Wezîrê Karên navxweyî li gor vê berpirsiyariyê tev bigere. Wezîrê Karê Navxweyî ên ev gotin kirin, dikare vî sozî li cem serkomarê xwe teyît bike. Soza ku Tayyîp Erdogan da dayikan nayê jibîrkirin. Loma ev vê daxuyaniya Wezîrê Karê Navxweyî qethiyen qebûl nakin. Û ji niha pê ve jî em ê her hefte li Qada Galatasarayê bin û çalakiya xwe li dar bixin." 
 
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî bertek nîşanî daxuyaniya Soylû da û got: "Ma Suleyman Soylû jî Wezîrê Karê Navxweyî ye?" Temellî destnîşan kir ku Wezîrê Karê Navxweyî yê welatekî dema li holê sûcek hebe divê bi parêziya dewleta hiqûqê der barê sûcdaran de hewl bide, lê belê kengî sûcek hebe Soylû ji bo ser sûc binixumîne daxuyaniyên eletewşo dide. Temellî got: "Li hemberî Dayikên Şemiyê sûc kiriye. Hêzên elehiyê yên dewletê qanûn binpêkirine û sûc kirine. Eger ev dewlet dewleta hiqûqê bûna dê Wezîrê Karê Navxweyî li gorî liyaqata wezaretê tev bigeriyana û dê lêborîn ji dayikan bixwestana û dê der barê hêzên ewlehiyên dewletê de lêpirsîn bidana destpêkirin. Lê belê me di bûyera Pirsûsê û yên din de dît ku ev kesê ku Wezareta Karên Navxweyî dagir kiriye, ji bo ser sûc bigire daxuyaniyên eletewşo dide." 
 
‘ÇALAKIYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ LÊGERÎNA EDALETÊ YA PÊŞEROJÊ YE' 
 
Temellî bi bîr xist ku ev ne cara ewil e ku Soylû partiya wan dike hedef û sedema vê yekê jî rêvekirina li ber rejîma otorîter e. Temellî got: "Ev bi her awayî aşkere ye ku ne tiştekî rewa ye. Bi aqilekî dijminane vê yekê wekî tiştekî rewa be didin der. Dê kî bikin dijminên hev? Dê HDP'ê bikin dijmin. Ew heqareta li Birêz Pervîn Bûldan hat kirin, di daxuyaniyên der barên partiya me de ev vegotina nefretî tim heye. Ji bo xwe li zemînekî rewa digerin û tekane rêya vê jî êrîşên li ser HDP'ê ne. Em di rojname û hevpeyvînan de her roj dibînin ku çawa êrîşî kesên aştîxwaz û azadîxwaz dikin. Ev yek çi ji aliyê Wezîrê Karên navxweyî çi jî ji aliyê serekê îktîdarê ve tên kirin. Çima? Çimkî dixwazin civak bi vê yekê qaneh bibe; 'Ev dijmin in, çavkaniya xerabiyê ev der e û em li hemberî vê xerabiyê têdikoşin. Xwe bidin ber maliyeta vî şerî, xwe bidin ber vê dijminatiyê, xwe bidin ber cenazeyên zarokên xwe. Xwe bidin ber birçîtî û betaliyê. Xwe bidin ber çimkî em têdikoşin.' A rast tekane sedema vê dewlemendiya neheq û vî şerî îktîdar e. Loma çalakiya Dayikên Şemiyê berxwedaneke biqîmet e. Berxwedaneke ku me û bêedaletiya paşerê tîne beramberî hev. Lêgerîna ji bo edaleta pêşerojê ye. Loma em ê li hemberî van tawanbariyan û van vegotinên nefretî tim û tim li wir bin." 
 
MA / Necla Demir - Muhammet Doğru 
 
 

Sernavên din

28/08/2018
16:28 Parêzerê bersûc: Bersûc Nemêr e
16:11 Çûyîna heyeta HDP’ê ya Pertekê jî hat astengkirin
14:14 Maşîna eskerî qulipî: 2 esker mirin, 7 esker birîndar bûn
13:48 Walî destûr neda Wekîlên HDP'ê beşdarî definkirina Koçer bibin
13:45 Heyeta HDP’ê li Dersimê dest bi çalakiya rûniştinê kir
13:06 Demirtaş nehat berdan
13:03 HDP’ê bertek nîşanî daxuyaniya Waliyê Tuncelî Sonel da: Ne heddê te ye
12:31 Heyeta HDP'ê ji bo şewata daristanê hat Dersîmê
11:56 Hevserokê DBP'ê yê Sultangazî Îsmail Aktaş girtin
11:55 ‘Yên Dayikên Şemiyê îstîsmar dike dewlet bi xwe ye'
11:11 Li Kadîfekaleyê 3 meh in avê qût dikin
10:39 TEV-DEM'ê encamnameya 3. Kongreyê aşkere kir
10:20 Li Dersîmê herêma şewatê ji hewa de hat bombekirin
10:20 Pekoz: Di şer de jî hiqûqek wiha nîne
10:13 Jinên Amedî: Kirîza aborî bandonek neyînî li ser jiyanê dike
09:10 Ozugurlu: Îtîraza Tirkiye ya li Sûriye tenê kurd in
09:08 Malbata Ocak bersiva Soylû da: Herî zêde di doza Hasan ocak de delîl hene
09:06 Paylan behsa wê kêliyê kir: Em hemû neferên vê têkoşînê ne, em li dor hev bûn xelek
09:05 Apê Koçer, coş û morala girtîgehê bû
09:03 Perwerdekara KÎHEP'ê: Em ê bi perwerdekirinê têbikoşin
09:02 Bûldan bertek nîşanî Soylû da: Ên tên îstismarkirin û xapandin em in
09:00 ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2018'AN
27/08/2018
23:58 Hunermend Pinar Aydinlar hat berdan
19:46 Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê hevserokên xwe hilbijartin
18:07 Malbatê cenazeyê Koçer Ozdal ji ATK’ê girtin
17:24 Buldan ku parêzerên Ocalan ziyaret kir: Divê zûtirîn tecrîdê rakin
17:23 Piştî 3 salan nasnameya wê aşkere bû
17:10 6 endamên HPG’ê li goristana bêkesan hatin definkirin
16:45 Dayikan bersîv da Soylu: Mehmet Agar jî şîrîkê we ye
16:10 TGS: Divê bi lez çareseriyê ji kriza kaxizê re peyda bikin
15:17 Oluç ê HDP'î: Soylu kesê ku bavê wî yê axa berpirsiyarê windayên salên 90’î ye
14:49 Hevjîna Ozdal: Di mirinê de jî destê wî venekirin
13:59 Cenazeyê Ozdal anîn ATK'ê
13:50 Hevserokên HDP'ê parêzerên Ocalan ziyaret kirin
13:26 Starta mitînga aştiyê hat dayîn
13:15 Heyeta HDP'ê diçe herêma şewatê ya Dersîmê
13:05 Rêxistinên HDP'ê: Em vê êrîşê ji salên 90’î nas dikin
12:34 Meclîsa Jinan a HDP'ê ji bo girtiyên jin rûniştin
12:32 Du xwişkên hev rastî îstîsmara cerdevan hatin
12:15 Li Enqereyê şerma mirovahiyê: Dest û piyê Ozdal kelepçekirîbû jiyana xwe ji dest da
11:33 Li Idlibê amadekariyên operasyonê didomin: Şer dê heta Cerablûsê belav bibe
11:15 Li Dersimê şewat belav dibe: Pezkovî ji herêmê direvin
10:03 Girtiyê nexweş Koçer Ozdal jiyana xwe ji dest da
09:45 'Tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina Rojhilata Navîn e'
09:45 ‘Şewitandina daristanan ji dema Îtihat û Terakkî ve didome’
09:23 Akademîsyenên karê înşaetê dikin: Baş e me danezana aştiyê îmze kir
09:08 Eren: Divê şerm bikin lê şerm nemaye
09:07 Xizmên windayan: Erdogan wê rojê soz da me, îro polîsan dişîne ser me
09:07 'Em dê bi ruhê hefteya 700’emîn li heman cîhî bin'
09:05 Dogan ê hat îxrackirin: Berdêla krîzê em radizînin
09:05 Warê çand dîrok û gerê: Bajarê qedîm Dara
09:00 ROJEVA 27'Ê TEBAXA 2018'AN
26/08/2018
22:18 Ji bo Rojnameger Metîn Duran kampanya îmzeyan
22:11 HDP ji bo mudaxaleya şewata li Dersîmê bike dê heyetê bişîne
21:00 Li Çiyayê Cûdî piştî bombebaranê şewat derket
18:17 Ferhat Tunç: Ji bo vemirandina şewatê bi lez têkevin nava tevgerê
16:33 Tosun: Heta tecrîd neyê şikandin şertên aştiyê pêk nayê
15:11 Ji bo tefandina şewata li Dersimê bang
14:17 Li Amedê gel vexwendin mitînga 1’ê Îlonê
13:35 Hunermend: Hun nikarin têkoşîna dayikan bi tundiyê rawestînin
12:09 Li Dersimê bombebaran: Şewat ji nû ve derket
10:59 Ji bo şîna bavê xwe ji Fransayê hat, medyayê wî ‘rêveber’ nîşan da
10:50 Di 2011’an de dîtin di 2018’an de nedîtin
10:39 Rojnameger Metîn Duran ê astengdar 5 meh in li benda raporê ye
10:09 Masîde Ocak: 700 hefte borîn hêviyên me xelas nebû
09:08 'Bi salan e êdî peyv neman ku ez bêjim, lê têkoşîna min qet bi dawî nebû'
09:08 'Em ê di hefteya 701'emîn de li Galatasarayê bin'
09:07 Esnafên Çarşiya Amûrên Elektronîk: Mirov nikarin nan bikirin, dê çawa amûrên elektronîk bikirin
09:06 'Teqawît jî di bin krîza aborî de man'
09:05 Kiran ê polîs sîxurî lê ferz kir serî li ÎHD'ê da
09:00 ROJEVA 26'Ê TEBAXA 2018'AN
25/08/2018
20:00 Kesên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin hatin berdan
17:13 Yên li Qada Galatasarayê hatin binçavkirin tên berdan
17:10 Polîsan milê birîndarê Parka Geziyê Aydogan şikand
16:52 Li Efrînê 3 jin hatin revandin
16:03 Li Qada Galatasarayê herî kên 47 kes hatin binçavkirin
16:01 Xizmên windayan ên li Îzmîrê piştevaniyê dan Dayikên Şemiyê
15:25 Gelek navendan piştgirî dan çalakiya 700'emîn: Emê lêgerina windayan bidomînin
15:00 Piştî qedexeya du salan li Kolana Gulîstanê hatin cem hev
14:50 Cenazeyê Oruç ê li Dîcleyê xeniqî hat dîtin
14:34 Dayikên Şemiyê: Hefteya bê li cihê mayî emê çalakiya xwe bidomînin
14:34 Xizmên windayan ji Amedê silav şandin ji Dayikên Şemiyê re
13:56 Jiyana girtiyê nexweş Koçer Ozdal di xetereyê de ye
13:56 Mirovên Şemiyê tundiya polîsan şermezar kirin: Hesabên hûn bidin me heye
13:40 Buldan: Ez ê li qadê rûnêm
12:07 Dayikên Şemiyê ku Wezîrê Karên Hundir çalakî li wan qedexe kir: Ev qad awêneya we ye
11:28 Di maseya çareseriyê ya Sûriye de Idbil heye!
11:05 Polîsan mudaxaleyî çalakiya Dayikên Şemiyê kir: Gelek kes hatin binçavkirin
10:16 Rusya: DYA, Îngîlîstan û Fransa amadekariya ji nûve lêdana Sûriye dikin
09:54 Koma Qasim Şaşo Nûçegîhanên Çira TV asteng kirin
09:42 Li Girtîgeha Kîlîsê gefa 'Em dê gule berdin te' li girtî xwarin
09:07 ‘Şano bi çewisandinan nayê girtin'
09:01 Saziyên civaka sivîl: Dê krîz bi keştiya ku kedkar tê de bin bê çareserkirin
09:00 ROJEVA 25'Ê TEBAXA 2018'AN
08:22 Dayikên Şemiyê îro di hefteya 700'î de kom dibin
24/08/2018
18:07 Leyla Bîrlîk hat berdan
16:26 Ji Pûtîn daxuyaniya Tirkiyeyê
16:12 Hunermendan got: Tu jî were deng bide Dayikên Şemiyê
14:10 NY'ê Rûsya, Îran û Tirkiye vexwende Cenevreyê
13:46 Lavrov: Li Idlibê bi deh hezaran mîlîtan hene
Çavuşoglu: Li Idlibê çareseriya leşkerî dê felaketê bîne