EDENE – Malbata endamê HPG’ê Omer Çevîk bi boneya cenazeyê zarokê xwe yê di bombebaranê de hatibû kuştin û cenazeyê wî li goristana bêkesan hatibû definkirin werbigire serî li dozgeriyê da.
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 11’ê tîrmehê de li qada Şarappinar a girêdayî Osmaniyeyê êrîşa hewayî pêk anî û hatibû aşkerekirin ku 6 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku bêyî agahî bidin malbatên endamên HPG’ê Îbrahîm Durgun (Egît Îdegî), Metîn Aysel (Alî Amed), Lokman Beydogan (Dagistan Demhat), Mehmet Çukurlu (Dervîş Ronî), Mehmet Siddik Yakar (Serdem Welat) û Omer Çevîk (Karker Tolhildan) li goristana bêkesan hatine definkirin.
Malbata Omer Çevîk, duh çû Edeneyê û serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edeneyê da û pişt re ji bo cenazeyê zarokên xwe wergibigirin çûn Saziya Tiba Edlî (ATK) a Edeneyê. Lê ATK’ê malbatan şand Edliyeya Osmaniyeyê. Malbatên çûn Edliyeya Osmaniyeyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê dan. Malbatan nimûneya xwînê dan û ji bo rayedar agahî bidin malbatê li Osmaniyeyê radiweste.