AMED – Nûnerê TGS'ê yê Amedê Mahmut Oral, diyar kir ku piştî zêdebûna dowîzê, kaxiza rojnameyan jî buha bû û wiha got: “Divê bi lez pirsgirêka kaxizê çareser bikin."
Nûnerê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral, der barê krîza aborî û krîza kaxiza rojnameyê de daxuyaniyek nivîskî da. Oral, anî ziman ku ji ber dovîz li hemberî TL buha dibe bandora xwe li ser buhayê kaxiza rojnameyan jî dike û rojnameyên tên çapkirin jî krîzê dijîn. Oral, anî ziman ku buhabûna kaxizên rojnameyan bi dolaran ve girêdayî ye û her dolar zêde dibin kaxiz jî zêde dibin. Oral dazanîn ku li Tirkiye piştî SEKA ya pêdiviya kaxizan temîn dikir hat arizîkirin û şûnde sektora kaxizan bi derve hat girêdan û wiha got: "Di salek dawî de buhaye kaxizan 3 qat zêde bûn. Piştî dolar zêde bûn buhayê kaxizê jî zede bû. Êdî rojname tekoşîna jiyanê didin. Oral, da zanîn ku Haberturk buhabûna kaxizê û dijitalî hincet nîşanda û dawî li weşana nivîskî anî û wiha got: "Rojnameya Aydinlikê ji ber pirsgirêka kaxizê 3 roj navber da weşana xwe. Rojnameya Sozcu êdî pêvekê naweşîne. An dê buhayê rojnameyê zêde bikin an jî dê dest ji weşanê berdin. Rojnameya Dunya hefteya borî buhayê wê 3.75 TL bû niha buhayê wê 4.25 ye. Rojên borî Rojnameya Sozcu buhayê xwe derxist 1.25 TL, Rojnameya Cumhureyet jî buhayê xwe derxist 2.5 TL yî. Rojnameyên Posta û Birgun di serê salê de rojname buha kirin. Gelek weşanên din ji ber krîza aborî weşanên xwe taloq kirin. Divê jibo krîza kaxiza rojnameyan bi lez çareserî bê dîtin."