ENQERE – Hevjîna girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê jiyana xwe ji dest da Sultan Ozdal got: “Koçer li ber sikratêbû û mir jî lê destê wî venekirin. Bi vê hesretê çû.”
Girtiyê nexweş Koçer Ozdal ê ku dest û piyê wî kelepçekirî dihat dermankirin û vê sibê jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Ozdal, Sultan Ozdal ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û got: “Her roj ez diçûm serdanê. Lê her car min bi darê zorê lêgerîn dikirin. Li nav porê min, goreya min û bin zimanê min dinêrîtin û lêgerîn dikirin. Herî dawî 5 deqîqe li cem Koçer rûniştim. Min got Koçer lê deng nekir… Dest û lingê wî girêdayî bûn. Min ji leşkeran got ‘werin dest û lingê wî vekin. Tiştek ji Koçer bû.’ Pişt re vekirin. Destek wî bi kelepçeyê û destek wî bi ben bi ranzeya ve girêdabûn. Pişt re min derxistin.”
‘BI HESRETA KEÇ Û LAWÊ XWE ÇÛ’
Ozdal destnîşan kir ku cenazeyê hevjînê wî bi ranzeyê ve girêdayî bû û wiha dewam kir: “Îro serê sibê çû. Min dîsa wî dît. Her cihê wî birîndar bû û birînên wî giran bûn. Parêzer pirs kir ‘ev çi hal e.’ Pişt re em çûn cem dozger. Me xwest destê wî vekin. Pişt re ez çûm hundir û min destê xwe bi ser çavê wî xist û derketim. Bi hesretek mezin çû. Bi dîtina law û keça xwe çû. Bi hesreta hemû tiştî çû. Li ber sikratêbû û mir jî lê destê wî venekirin. Bi vê hesretê çû.”
MA / Bêrîvan Altan