NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên HDP'ê êrîşa polîsan a di hefteya 700’emîn de li dijî Dayikên Şemiyê pêk hat şermezar kirin û gotin: “Em vê feraset û van êrîşan ji salên 90’î ve nas dikin."
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, bi armanca êrîşa polîsan a di hefteya 700'i de li Qada Galatasarayê li dijî Dayikên Şemiyê pêk anî şermezar bikin, civîna çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Parlamenterên HDP'ê yên Şirnexê Nuran Îmir û Huseyin Kaçmaz, endam û rêveberên HDP û DBP’ê yên Şirnexê amade bûn. Di civîna çapemeniyê de Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Zekî Îrmez, erîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir û wiha got: "Em van êrîşan û vê ferasetê di salên 90'an de nas dikin. 17 sal berê li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê bang li Serokê HADEP'ê yê Sîlopiyê Serdar Tanış û Rêveberê HADEP'ê Ebubekir Deniz kirin. Lê piştî çûn Fermandariya Cendirmeyan carek din agahî ji wan nehat girtin. Îktirara niha bi fermandayinê li sûcê îktidara wê demê pêk anîye xwedî derdikeve."
Îrmez, anî ziman ku çalakiya Dayikên Şemiyê di cîhanê de eleqe û hurmetek mezin dîtiye û li vî welatî çalakiya herî demdirêj a rewa ya lêgerîna heq û hiqûqê ye. Îrmez wiha bi dawî kir: "Divê bi lez daraza ku kesên di bin çavan de winda dike, ferman dide windakirinê, kesên tewşîkî sûc dike û hemû kesên berpirsiyarê windakirinê bên dîtin û darizandin. Em êrîşa li dijî Dayikên Şamiyê bi tundî şermezar dikin."
EDENE
Rêxistina HDP'e ya Edeneyê jî bi heman armancê li pêş avahiya xwe daxuyanî dan û êrîşa polîsan a li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kirin. Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê pankarta “Kîjan zarok ji bo dayika xwe ne çûkekî nadîr e" vekirin. Nûnerên rêxistinên civakî jî piştgirî dan çalakiyê. Dorpêça polîsan a li ber avahiya HDP'ê bal kişand ser xwe. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, êrîşa polisan şermezar kir û got: “Dayikên me di berxwedana bêdeng ali Qada Galatasarayê de roja Şemiyê li nava rojê di dilê Stenbolê de rastî êrîşê hatin. Ev êrîş encama daxuyaniyên siyasî ye. Em vê êrîşê şermezar dikin. Ev êrîş eyba Tirkiyeyê ye. Êşa dayikan bêtir kûr kiriye û dil birîn kirine. Wîcdan birîn kirine. Divê hemû kesên bûne şahidên vê bûyerê berpirsiyariya xwe pêk bînin. Dîsa divê rayedar der barê êrîşkaran de lêpirsîn bidin destpêkirin."
AMED
Rêxistina HDP’ê ya Amedê, Rêxistina DBP’ê ya Amedê, Rêxistina ESP’ê ya Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Dayikên Aştiyê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi daxuyaniya çapemeniyê mudaxeleya li dijî çalakiya Dayikên Şemiyê ya hefteya 700’emîn şermezar kir. Daxuyanî li ber avahiya HDP’a Amedê pêk hat û daxuyaniyê Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn xwend. Buluttekîn di destpêkê de mudaxelaya li dijî Dayikên Şemiyê şermezar kir.
‘JI BERXWEDANA DAYIKAN DITIRSIN’
Buluttekîn êrîşa li dijî Dayikên Şemiyê wek êrîşa feraseta faşîst pênase kir û got: “Ev êrîş di esasê xwe de tirsa li dijî bawerî, wêrekî û rêxistinbûna mirovên berxwedêr e. Ev êrîş hêrsa naxwazin winda bên dîtin û kujer bên darizandin e. Çalakiya xizmên windayan her demê desthilatdariyan aciz kiriye û gellek caran bi astengiyan re rû bi rû maye. Bi salan e bersiva pirsa dayikan nehatiye dayîn: Çima hûn kiryaran nabînin? Hûn çi ji kî vedişêrin?” Buluttekîn bal kişand ser berxwedana Dayikên Şemiyê ya bi salan e têdikoşin û edaletê dixwazin û got: “Yên bi ser bikevin dê tevahiya gelan bin.”