STENBOL - Meclîsa Jinan a HDP'ê, bi armanca piştevaniya jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê, li pêş girtîgehê çalakiya rûniştinê pêk anîn.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi armanca piştevaniya jinên girtî yên li Girtîgeha Bakirkoyê û piştevaniya malbatên wan, li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê lidar xistin. Jinan xwestin konê piştevaniyê vedin. Lê ji ber ku destûr nehat dayîn, jinan çalakiya rûniştinê li dar xist. Jinan piştgirî da malbatên girtiyan û çay, av xwarin û vexwarin îkramî malbatên ku hatibûn ziyareta cejnê kirin. Jinan li ser geşedanên dawî bi malbatan re sohbet kirin. Jinan xwest malbat slavên jinên derve bişîne ji jinên girtî re.
‘EM LI PIŞT TÊKOŞÎNA HEVALÊN XWE NE'
Endama Meclîsa HDP'ê Gonul Karaman, diyar kir ku piştî fêr bûn ku dê ziyareta cejnê pêk bê, wekî meclîsa jinan biryar dan ku ji bo piştevaniyê kon vedin û piştgiriyê bidin malbatan. Karaman, anî ziman ku hem ji bo piştevaniya malbat û girtiyan û hem jî ji bo silavên xwe bişînin. Em hemû dozên wan û rewşa wan a tenduristiyê dişopînin. Ew hevalên me yên têkoşînê ne. Em heta dawî li pişt tekoşîna wan in. Em ji vir silav û rêzên xwe dişînin û emê heta dawî tekoşîna wan bilind bikin.
Piştevanî dê heta saet 16.00'an berdewam bike.