ENQERE - Girtiyê nexweşê pençeşêrê Koçer Ozdal, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Koçre ku hişê wî ne li serê wî bû û 2 leşker li ser serê wî bû, dest û piyên wî bi ranzayê ve kelepçekirî jiyana xwe ji dest da.
Nexweşê penceşêrê yê girtî Koçer Ozdal (65) ê ji 19’ê tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin serê sibê jiyana xwe ji dest da. Ozdal di 19’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûnê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ozdal ê ji 13’ê tebaxê ve di beşa qomayê de dihat dermankirin, nexweşîna penceşêrê belavî hemû laşe wî bûbû. Ozdal ji 24’ê tebaxê ve bi temamê hişê xwe winda kiribû û bi kelepçekirî dihat dermankirin. Ji bo Ozdal bê berdan rêxistinên mafê mirovan gellek caran daxuyanî dan û kampanya dabûn destpêkirin. Lê serlêdan û hewldanên parazvanên mafên mirovan encam negirtin. Ji bo Koçer Ozdal biryar hatibû dayîn ku li Nexweşxaneya Numune bi kelepçeyan bê dermankirin. Di 24'e Tebaxê de tevî ku hişê Ozdal ji serê wî çû û 2 leşker li ser serê wî bûn jî dîsa kelepçe ji destê wî dernexistin. Tevî ku dest û piyên Ozdal kelepçe kirî bûn jî dîsa 2 leşker li ser serê wî bûn. Hat diyar kirin ku beriya hevjîna Koçer wî bibîne rayedaran got "Kelepçeyan vekin bila nebîne û bertek nîşan nede"
EYBA MIROVAHIYÊ YE
Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nûray Çevîrmen ku ji destpêkê heta dawî rewşa Koçer Ozdal dişopand, diyar kir ku Nexweş heta jiyana xwe ji dest da tevî kelepçeyan dihat dermankirin û wiha got: "Girtiyê nexweşê nivîsan bi kelepçeyan bê dermankirin nayê qebûlkirin. Rûmeta mirovahiyê hatiye binpêkirin. Îro li Enqereyê şerma mirovahiyê pêş ket."
Endamê Înîsiyatifa Piştevaniya Zindanan Mehmet Baytekin jî bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Dema ket koma jî dest û piyên wî kelepçekirî bûn. Li dijî zagonan hat dermankirin. Di vir de azadiya mirovan a şexsî ketiye bin piyan. Divê dewlet li gorî peymanên navneteweyî tev bigere. Ozdal hişê xwe winda kiribû û bi makîneyê dijiya. Girtiyeki di koma de û hişê wî ne li serê wî çawa tê qebûlkirin ku bi kelepçeyan bê dermankirin?"
MA / Berivan Altan