ENQERE – Girtiyê nexweş Koçer Ozdal (65) ê li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê yê ji 19’ê tîrmehê ve dihat dermankirin îro serê sibê jiyana xwe ji dest da.
Nexweşê penceşêrê yê girtî Koçer Ozdal (65) ê ji 19’ê tîrmehê ve li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ozdal di 19’ê tîrmehê de ji Girtîgeha Bafrayê ya Samsûnê ji bo dermankirinê sewqî nexweşxaneyê hatibû kirin. Ozdal ê ji 13’ê tebaxê ve di beşa qomayê de dihat dermankirin, nexweşîna penceşêrê belavî hemû laşe wî bûbû. Ozdal ji 24’ê tebaxê ve bi temamê hişê xwe winda kiribû û bi kelepçekirî dihat dermankirin.
Ji bo Ozdal bê berdan rêxistinên mafê mirovan gellek caran daxuyanî dan û kampanya dabûn destpêkirin.
Dê cenazeyê Ozdal ji nexweşxaneyê bibin Saziya Tiba Edlî û piştî kar û barên fermî dê malbat cenaze werbigire û li Mûşê defin bike.
Ozdal ji sala 2014’an vir ve di girtîgehê de tê ragirtin û hat zanîn ku beriya bikeve girtîgehê pirsgirêkên nexweşîn pê re tunebû.