STENBOL - Parazvanen mafên mirovan, diyar kirin ku mudaxaleya çalakiya Dayikên Şemiyê ruhê şêwirmendiya têkoşînê pêş xist û wiha got: "Em bang li her kesan dikin ku bi ruhê hefteya 700'î beşdarî çalakiya hefteya 701’an a li Qada Galatasarayê bibin."
Dayikên Şemiyê di hefteya 700’emîn de dema xwestin bi girseyî li Qada Galatasarayê çalakiya xwe berdewam bikin û aqûbeta windayan bipirsin, rastî êrîşa polîsan hatibûn û 47 kes hatin binçavkirin û berdan. Bertek û nerazîbûnên li dijî êrîşa polîsan her ku diçe zêde dibe. Parazvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê û xwestin her kes bi ruhê hefteya 700'î di hefteya 701'an de li Qada Galatasarayê kom bibin. Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskin, diyar kir ku ev êrîş polîtîkaya bîrdoziya Partiya Îttihat û Terakî ku beriya Komara Tirkiye bê avakirin e û wiha got: "Ev polîtîka ji serdema komkujiya Ermeniyan a 1915'an heta niha didome.
‘AKP'Ê AŞKERE KIR KU DÎSA LI SALÊN 90’AN VEDIGERE'
Keskîn, anî ziman ku tevî vê polîtîkayê Dayikên Şemiyê demek dirêj e çalakiya xwe berdewam dikin û wiha got: "Di serdema OHAL'ê de jî dayikan çalakiyên xwe li Qada Galatasarayê berdewam kirin. Piştî Serokwezîr Tansû Cîler û Midûrê Giştî yê Polîsan Mehmet Agar ên ku di serdema wan a salên 1993 û 1995'an de kujerên nediyar zêde bûn, di mîtinga AKP'ê de derket ser dikê, helwesta AKP'ê hat guhertin. Piştî Suleyman Soylu bû Wezîrê Karên Hundir disa serdema salên 1990’an ji nûve dest pê kir. Lêpiştî AKP'ê êrîşî çalakiya Dayikên Şemiyê kir bi awayekî aşkere ji her kesî re got vegeriya salên 90’an. Mudaxale pir hişk bû. Xaza ku polîsan avêt ser çalakgeran pir tûj û bi şewat bû. Kesên destê wan şikestin hebûn. Di vê êrîşa hişk de bi awayekî mucîze kes nemir."
‘HESTÊ MIROV ÊN HEVPAR KIRIN YEK'
Keskîn, da zanîn ku bi vê êrîşê hestên mirovan ên hevpar û hêrsa mirov a hevpar kirin yek û wiha got: “Di qada çalakiyê de milên hevpar ên çalakgeran bûn yek. Ji parlamenterên CHP’ê heta yên HDP’ê, ji mirovên sosyalist heta parazvanên mafên mirovan û gelek kesên din di bin baneyekî de milê xwe dan hev. Hemû ji bo armancekê bûn yek. Ev nîşan dide ku li dijî îktîdarê îtîraz bilind dibe. Hefteya bê em dê bi heman ruh û hêzê çalakiya xwe li Qada Galatasarayê berdewam bikin. Ev têkşîn heta winda bên dîtin dê bidomin."
Seroka Giştî ya Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TÎHV) Prof. Dr. Şebneb Korur Fîncancî jî bal kişand ser peymana Neteweyên Yekbkûyî a der barê windayan ku Tirkiye îmze kiriye û wiha axivî: "Em wekî parazvanên mafên mirovan demek direj e ji bo ev peyman têkeve meriyetê têdikoşin. Dayikên Şemiyê li ber çavên her kesî rastî tundiyek hişk hatin. Ev êrîş ji êrîşa salên 90'an ne cudatir bû. Çîller û Agar ku tu mafê wan ê gotinê tune bûn, em dibînin ku dîsa bûne xwediyê mafê gotinê. "
'EM DÊ ÎŞKENCE BIKIN BELE'
Fincanci, da zanîn ku wekî TÎHV'ê dê îşkenceya hatiye kirin bikin belge û rapor. Fincanci, da zanîn ku wekî parazvanên mafên mirovan li gel ÎHD'ê şopdarê vê pevajoyê bin.
EM DÊ BI HEMAN RUHÎ DI HEFTEYA 701'AN DE BIN
Fincanci, da zanîn ku ew dê bi ruhê hefteya 700'î dîsa di hefteya 701’an de jî li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya xwe û têkoşîna xwe berdewam bikin. Fincanci, xwest hemû kesên dixwazin ku winda bên dîtin û hesap bên pirsîn di hefteya 701'an de li Qada Galatasarayê bin. Di hefteya 701’an de jî û di hefteya 750’an, 800, 900’an de jî ger ku wisa bidome têkoşîn û çalakiyên me jî dê bidomin. Heta ku daxwaz pêk bên ev têkoşîn jî dê bidome."
MA / Muhammet Doğru