AMED - Walîtiya Amedê li 38 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê “qedexeya derketina kolanan” îlankiribû. Qedexe piştî 3 rojan hat rakirin.
Walîtiya Amedê di 19’ê cotmehê de li 38 gund û gundikên giredayî navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê yên Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. Walîtiya Amedê daxuyanî da û ragihand ku qedexe hatiye bidawîkirin. Qedexe piştî 3 rojan hat rakirin.
Li van gundan qedexe hatibû îlankirin:
Gundên girêdayî Licê: Hazmaz, Helbekin, Gir, Beşişt, Entax, Babitnê, Sînê.
Mezrayên Licê: Hevselbeg, Kolbagi, Alataş, Kalkanlî, Balkanlar, Hecî Cemîl, Esenlî, Çaylarbaşi, Goçer, Kerpiçoren, Çanak
Gund û mezrayên girêdayî Hezroyê: Gundê Berbûş û mezraya Şahgeldi.
Gundên navçeya Farqînê: Fişatê, Şêlima û Cûmatê
Mezrayên Farqînê: Hindês, Malê Gir, Tilbiştîn û Erkenciyan
Gundên girêdayî Pasûrê: Kurikan, Temiran, Melîkan, Bodêrnê û mezrayên Tiltef, Keçiveren, Yukarıpolat, Aşagipolat, Mevîk û Taşkopru.