Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin 2017-10-21 11:32:48 AMED -  Walîtiya Amedê li 38 gund û gundikên girêdayî navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê “qedexeya derketina kolanan” îlankiribû. Qedexe piştî 3 rojan hat rakirin.  Walîtiya Amedê di 19’ê cotmehê de li 38 gund û gundikên giredayî navçeyên Hezro, Pasûr, Farqîn û Licê yên Amedê “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. Walîtiya Amedê daxuyanî da û ragihand ku qedexe hatiye bidawîkirin. Qedexe piştî 3 rojan hat rakirin.    Li van gundan qedexe hatibû îlankirin:    Gundên girêdayî Licê: Hazmaz, Helbekin, Gir, Beşişt, Entax, Babitnê, Sînê.    Mezrayên Licê: Hevselbeg, Kolbagi, Alataş, Kalkanlî, Balkanlar, Hecî Cemîl, Esenlî, Çaylarbaşi, Goçer, Kerpiçoren, Çanak    Gund û mezrayên girêdayî Hezroyê:  Gundê Berbûş û mezraya Şahgeldi.   Gundên navçeya Farqînê: Fişatê, Şêlima û Cûmatê    Mezrayên Farqînê: Hindês, Malê Gir, Tilbiştîn û Erkenciyan    Gundên girêdayî Pasûrê: Kurikan, Temiran, Melîkan, Bodêrnê û mezrayên Tiltef, Keçiveren, Yukarıpolat, Aşagipolat, Mevîk û Taşkopru.