ŞIRNEX - Li Çiyayê Cûdî, piştî bombebarandina eskerî li herêma daristanê şewat derket.
Li navçeya Silopî ya Şirnexê di saetên êvarî de operasyona eskerî hat destpêkirin. Eskerên Qereqola Hîsarê ku derketin operasyonê li herêma Çiyayên Cûdî bombe barandin. Di bombebarana Çiyayê Cudî de li herema Gireçolya şewat bi daristanê ket. Pêlên agir ku bilind dibin ji dûr ve xuya dibe. Heta niha mudaxaleya li dijî şewatê pêk nehatiye. Li aliyê din operasyona eskerî didome.