DERSÎM – Hunermend Ferhat Tunç, diyar kir ku ji bo şewata daristanên li Dersîmê vemirîne têkoşînek mezin dan û wiha got: "Îro dîsa şewat derket. Em bang li partiyên siyasî û rêxistinên civakî dikin ku ji bo vemirandina şewatê têkevin nava tevgerê.
Şewata li çoltera girêdayî navenda Dersimê ku 18 rojan berdewam kir û bi hezaran dekar daristan hatin şewitandin, bi mudaxeleya dildaran hatibû temartin. Îro serê sibê bombebaran pêk hat û carek din şewat derket. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, serê sibê saet li derdora 07.00’an 2 helîkoptêran herêma Newala Balî û Muşkirek bombebaran kirin û ji ber vê bombebaranê şewat carek din derket. Hat zanîn ku şewatê belavî herêma çoltera Rengul a Çiyayê Sincikê û li herêma Balî û Muşkirek jî şewat berfireh dibe. Hunermend Ferhat Tunç ku zêdeyî hefteyekî ji bo vemirandina şewatê têkoşiya bang li her kesî kir û xwest demek berî demekê ji bo vemirandrina şewatê têkevin nava tevgerê.
WISA BIDOME ÇEND SAL ŞÛNDE DÊ DARISTANA DERSÎMÊ BI QEDE
Tunç, bi taybetî bang li gelê Dersîmê kir û xwest li hemberî şewata daristanên Dersîmê hestiyar tev bigerin û wiha got: "Li vir komkujiya xwezayê heye. Li vir şewata daristanê ji aliyê dildaran ve hat vemirandin. bi vê şewatê dîsa bersîvê didin dildaran. Bi vê yekê peyama 'Hûn vemirînin emê dîsa bişewitînin' didin me. Bi hinceta operasyonan daristanê tune dikin. Li vir ne tenê daristan tune dibe. Siberoja Dersimê tune dibe. Divê bêyî ku dem derbas bibe her kes biçin mudaxalmeyî şewatê bikin. Divê hemû partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî bi lez têkevin nava tevgerê. Ger ku em vê yekê temaşe bikin dê Dersîm winda bike. Wisa bidome çend sal şûnde dê daristan li Dêrsimê tune bibe.
Şewata daristanê li herêma Geliyê Avgasor, Mezraya Balî, Muşkirek û Kartan, Çiyayê Sincik, Xoşiruk, Gundê Dikenlî Mahmutê didome.